Kongreya jinên PYD'ê bi biryarên girîng û hilbjartina meclisê bi dawî bû
- 08:26 23 Tîrmeh 2018
- Rojane
RIMÊLAN - 1'mîn Kongreya Damezrîner a rêxistina jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk bi hilbjartina 28 endamên jin ên ji bo meclîsê bi dawî bû.
1'emîn Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Bajarokê Rimêlanê yê Girêdayî Bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişlo'yê bi dirûşmeya "jina azad misogeriya civaka exlaqî û polîtîk e" dest pê kiribû bi dawî bû.
Piştî xwendina rapora kar û xebatê û nîqaşên ji bo rêxstinkirina kar û xebatê jinê û aktîvkirina wan a di nav xebatê de, biryarên ji bo pêşxistina kar hat girtin. Her wiha ji bo stratejiyek nûh û ji bo aktîfkirina partiyê di nav civakê de biryar hatin girtin. Her wiha ala meclisa jin ya PYD'ê ji di Kongreyê de hat diyarkirin.
Di dawiyê de 28 endamên jin ji bo Meclîsa PYD'ê hatin hilbjartin û soza li ser riya berxwedan û tekoşîn û felsefeya netewa-demokratîk bimeşin û karê xwe ji bo azadiya jin pêk bînin û li ser riya şehîdan karê xwe bikin dan.
Kongre bi dirûşma "jin jiyan azadî" bi dawi bû.