Li Îran û rojhilatê Kurdistanê erdhej: 25 kes birîndar bûn
- 16:30 22 Tîrmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku di erdheja li eyaleta Kirmanşan ya rojhilatê Kurdistan û Hurmuzgan ya başûrê Îranê de 25 kes birîndar bûne.
Li nêzî bajarê Lar yê dikeve eyaleta Hurmuzgen a abşûrê Îranê li herêmeke ya bşûr erd hejiya. Erdheja herî bi hêz li gorî ensîtûya jeolojî ya Amerîka seat 05:00’an bi pileya 5.4 çêbû. Erdhejek din jî li gorî seata herêmî 11:07’an li eyaleta Kirmanşan a rojhilatê Kurdistanê çêbû. Pileya Erdhejê weke 5.9 hate pîvan.
Li gorî televîzyona dewleta Îranê 25 kes birîndar bûn. Lê belê agahiyeke din nehate dayîn. Erdheja li Kirmanşanê li gelek
bajarên başûrê Kurdistanê jî hate hîskirin.
Hêjayî gotinê ye ku di 12'ê Mijdara 2017'an de li Kirmaşanê erdhejek bi pileya 7.3 rû dabû û herî kêm 620 kes miribûn, zêdeyî 12 hezar kes jî birîdnar bubûn. Birînên wê erdhejê jî hîn nehatine pêçandin.