Li Uşakê mirina bi gûman a jinekê
- 14:58 22 Tîrmeh 2018
- Rojane
UŞAK - Li Uşakê hat îdakirin ku jina bi navê Yelîz T. bi riya întîharê dawî li jiyana xwe aniye.
Li Uşakê jina bi navê Yelîz T. ku li taxa Cumhuriyetê dijiya bi awayekî bi guman ku jiyana xwe ji dest daye hat dîtin. Hevalên xebatê yên Yelîzê ku agahî jê negirtin, dema ku ji bo kontrolê çûn mala yelîzê cenazeyê wê dîtin.
Cenazeyê Yelîzê rakirin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Uşakê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat îdiakirin ku Yelîzê întîhar kiriye.