Yekmîn Kongireya Damezrîner a Jinên PYD'ê dest pê kir

  • 10:44 22 Tîrmeh 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekmîn Kongira Damezrîner a rêxistina jin ya PYD'ê destpêkir.
 
Îro li navenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê girêdayî bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîrê Yekmîn Kongira Damezrîner a rêxistina jinê ya Partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD) di bin dirûşma " Jina Azad Misogeriya Civaka Exalqî û Polîtîk  " dest pê kir. Ji bo kongreya ku tê lidarxisitn, bi sedan jinên ji hemû pêkhateyan ji herêma Cizîrê, Firatê, Efrînê, Minbic, Ewrupayê amade bûn.  Her wiha şandeyek ku wê ji Başûrê kurdistanê tevlî kongireyê bûna jî  derbas nebûn. Lê mêvanên ji gelek saziyên civakî û rêveberiya xweser jî di kongreyê de amade bûn. 
 
Salona Kongirê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û berxwedêrên jin, alên PYD'ê, Kongira Star hat xemlandin.
Bernameya Kongirê piştî merasîmê bi axavtina hevseroka PYD'ê Ayîşa Hiso hat destpêkirin û dê bi axafitna nûnerên  Meclisa Malbatê Şehîdan, Kongireya Star, Meclisa Sûriya Demokeratîk, Koordnasiyiona Jin di rêveberiya Xweser de berdewam bike.
 
Paşê wê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan werin xwendin, rewşa rêxstinî were nirxandin, Kar û xebatên Mecilsê  werin nîqaşkirin û di dawiyê de dê hilbjartinên Meclisa jinê ya PYD'ê pêk werin.