Wezaret hewl dide bi malbatan re li hev bike
- 10:15 22 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî qedexeya derketina dereve gelek xanî wek ‘avahiyên bi rîsk’ hatin îlankirin. Malbatên ku xwestin hilweşandina xaniyên wan bê sekinandin, serlêdan kirin lê wezareta Bajarvanî û Hawirdorê bersiva red da û ji xwediyê xaniyan re got ‘Ji bo zerara xaniyên xwe tiştekî nexwazin em jî xaniyên we hilnaweşînin.’
Li Cizîr a Şirnexê sê sal berê qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî pevçûnan bi sedan xanî hatibûn hilweşandin û bi san xaniyan jî zerar dîtibûn. Piştî qedexeyê di 1’ê Hezîrana 2016’an de li 9 taxan 483,14 hektar qad wek ‘qada bi rîsk’ hatibû îlankirin. Derket holê ku Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê der barê xwediyên xaniyên bi rîsk de hewl daye li hev bike.
Bi sedan xanî hilweşiyabûn û bi sedan jî zirar dîtibûn
Şaredariya Cizîrê beriya qeyûm tayînî wê bê kirin 14 malbatên ku xaniyên wan di bin rîskê de hatibûn îlankirin bi hevkariya parêzerên xwe ji bo biryara hilweşînê bê sekinandin, serî li 14’emîn Daîreya Daniştayê dabû. Qeyûmê tayînî şaredariyê bû, îtîraza hatibû kirin şûnde kişand. Daîreya Daniştayê biryara ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatibû girtin bi gotina ‘li gorî hiqûqiye’ parastibû. Di dema qedexeyê de 14 hezar û 138 avahî kêm xesar, 2 hezar û 564 jî giran xesar û 145 xanî jî bi giştî hatibûn hilweşandin.
Wezaretê ewil red kir
Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ji bo xaniyê ku berê gotibû bi rîskin, ji welatiyên ku xwestibûn xaniyê wan neyê hilweşandin bi heman hincetê red kiribû.
Lê hat hînbûn ku piştî van geşedanan ekîbên Wezaretê li taxê bi keyayan re hevdîtin kirine û ji bo bi malbatan re li hev bike gotiye bila pereyê xesarê nexwazin em jî xaniyê wan hilnaweşînin.