'Gelê Efrînê li dijî zordestiyê rabûn ser piyan'

  • 09:08 22 Tîrmeh 2018
  • Rojane
EFRÎN - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, sîstema li Efrînê hat guhertin. Gelê li Efrînê dijîn ji ber vê sîstemê bêzar man û rabûn ser piyan. 
 
Gelê navçeya Efrînê yê Cindirisê li dijî pêkanînên OSO'yê derketin qadan û sîstema nû şermezar kirin. Jinên ku derketin qadan dirûşma "Em dagirker, talanker, tecawizkaran naxwazin" berz kirin. 30 kes hatin binçavkirin. Ji nav 30 kesî jin jî heye. 
 
Li gor jêdekên herêmî tê gotin ku pereyên ji bo av û elektirikê ji gel zêde tê girtin, ji bo malên ku gel tê de ne her meh 25 hezarê bi pereyê Sûriyeyê ji gel tên girtin û ji bo van pereyana komên OSO'ê bi hev dikevin. 
 
Her wiha tê gotin ku her cure îşkence li ser gel tê ferzkirin. Gel ji ber van zordestîna ji Efrînê direvin.