Malbatên li Efrînê ji ber zordestiyan direvin Şehbayê
- 09:06 22 Tîrmeh 2018
- Rojane
Ferîde Zede-Lîlav Elî
ŞEHBA - Malbatên ku ji bo parastina malên xwe li Efrînê man piştî zordestiyên OSO'yê yên dijwar berê xwe dan Kantona Şehbayê.
Malbatên ku li Efrînê mabûn û ji ber zordestiyên OSO'yê niha derbasî Şehbayê bûne diyar kirin ku her roj malên wan dihatin dizîn û zilim li wan dihat kirin.
'Xewên şevan li me diherimandin'
Jina bi navê Naziliye Hemo ku 56 salî û ji Gundê Beradê ya Navçeya Şêrewa ye anî ziman ku wan bi zorê canê xwe xelas kirine û got:"Çeteyên OSO'yê û leşkerên tirk bi her cureyên hovîtiyê êrîşî me dikirin. Malên me talan dikirin û xewên şevan li me diherimandin. Gel bi zilimê re rû bi rû diman, nikaribûn ji malên xwe derketana. Kesên ku li dijî wan derdiket qetil dikirin. Dest dirêjî jinan dikirin û jin bi tirs dijiyan. Dihatin diketin malên me jin, mêr û zarok dibirin. Ji me re digotin hûn YPG/YPJ ne û hemû tiştên me talan dikirin. Me canê xwe bi zorê xelas kir û niha em derbasî Kantona Şehbayê bûn."
'Çete zeviyên Efrîniyan dişewitînin'
Meziyet Oso ya 60 salî diyar kir ku ew jî ji zilmê reviyane û got:"Li Efrînê çeteyên OSO'yê û leşkerên tirk gelek zilim li me dikirin. Li Gundê Beradê genimê ku gel çandibûn agir pê xistin. Çeteyên li Efrînê her zeviyên Efrîniyan dişewitînin. Di heman demê de malên me û çiya jî dişewitandin. Kes nikare tehemulî zilma wan bike. Jinek bi îşkenceyê kuştin. Darên zeytûnan şewitandin."
'Em nikaribûn ji malên xwe derketan'
Her wiha jina bi navê Zefet Oso ya 40 salî jî wiha got:"Em her dem di mala xwe de bûn em ji tirsa çeteyan nikaribûn derketan. Tenê rojekê zaroka min derket derve ew jî çeteyan ew girtin. Dihatin malên me cil û erzakên me didizîn. Wekî jin me gelek êş ji destên çeteyan kişand. Diketin malên gel û malên gel talan dikirin. Lê ez di wê baweriyê de me ku Efrînê ji çeteyan rizgar bibe û em ê vegerin ser axa xwe."