ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2018'AN

  • 09:00 22 Tîrmeh 2018
  • Rojev
* Ekîba Zarokan a Şubadap û Masal Muya ku li dijî pergala jin û zarokan hedef digire xebatên çandî dimeşîne bi pirtûkên xwe yên nû ‘Kermêş’ tê ecibandin. DÎMEN HEYE
 
* Aborînas Guneş Gumuş diyar kir ku krîza aborî wê her biçe kûr bibe û ji ber polîtîkayên AKP’ê wê krîza mezin bê jiyîn û got: “Xizanî li ber deriyê me ye. Ji ber tiştên tên jiyîn wê hêrsek cidî jî derkeve holê.”DÎMEN HEYE
 
*Siltan Hisên  a ku bi salan e ji bo têkoşîna doza Kurd berxwe dide û dildarê têkoşîna doza xwe ye anî ziman ku ji bo azadî û siberoja gelê Kurd ew ê berxwedana xwe bidomîne. 
 
*Malbatên ku ji bo parastina malên xwe li Efrînê man piştî zordestiyên OSO'yê yên dijwar berê xwe dan Kantona Şehbayê. 
 
*Li Bajarê Til Temirê ji bo jin çanda  çandiniyê  bidomîne li ber deriyê her malekê baxçeyên cûr be cûr hatiye çandin. Jin di nav baxçeyên xwe de zebzeyan  diçînin û jê sûdê werdigirin.
DÎMEN HEYE
 
*Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, sîstema li Efrînê hat guhertin. Gelê li Efrînê dijîn ji ber vê sîstemê bêzar man û rabûn ser piyan. 
 
*Guneş Daşli û Nîsan Alici yên ku piştî 52 sal pêvajoya pevçûna li Kolombiyayê  pêvajoya aştiyê ya hatiye destpêkirin kirin rapor,  diyar kirin ku ‘Komîsyonên Binî yên Zayenda Civakî’ ya di pêvajoya aştiya cîhanê de yekem e, di encama destkeftiyên têkoşîna jinên Kolombiyayê de hatiye bidestxistin. Guneş û Nîsanê  diyar kirin ku gelek destkeftiyên der barê pêvajoya aştiyê de  jî bi têkoşîna jinê ya rêxistinkirî hatine bidest xistin. DÎMEN HEYE
 
*Ece Devrîm a di 2014’an de ji ber qezayek derbas kir nikare bimeşe wiha got: “Ez ne tenê jinek trans im, ez li dijî astengiyan jî têdkoşim. Ez sosyalîst im û di gelek mijaran de têdikoşim. Rojekê wê teqez trans qezenc bikin. Rizgariya me ne kesane, civakî ye. Ez tu car dest ji têkoşînê bernadim.”
 
*Li Cizîrê piştî qedexeya derketina dereve gelek xanî  wek ‘avahiyên bi rîsk’ hatin îlankirin. Malbatên ku xwestin hilweşandina xaniyên wan bê sekinandin, serlêdan kirin lê wezareta Bajarvanî û Hawirdorê bersiva red da û ji xwediyê xaniyan re got ‘Ji bo zerara xaniyên xwe tiştekî nexwazin em jî xaniyên we hilnaweşînin.’