Komxebata Zanîngeha Rojava bi dawî bû
- 17:45 21 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Komxebata Zaningeha Rojava ku bi dirûşma "Zanîngehek azad û demokratîk" dest pê kiribû di roja duyemîn de bi dawî bû.
Komxebata Zaningeha Rojava ku bi dirûşma "Zanîngehek azad û demokratîk" dest pê kiribû di roja duyemîn de bi dawî bû. Di roja dudan de koma duyem û sêyem jî mijarên xwe yên lêkolînê bi delegasyonê re parve kirin. Armanca lidarxistina komxebatê ew bû ku di siberojê de konferans ji bo zanîngehên azad û demokratîk bê lidarxistin.
Mijarên ku nîqaş li ser hat kirin ev bûn: Paradîgma û xweseriya zanîngehek nû û avakirina li ser bingeha zanista civakî.
Di asta Rojhilata Navîn de komxebatek bi vî rengî cara yekem tê kirin. Ev yek bû sedema bilindbûna moralên şagirt, delege û mamosteyan.