Kujer nas e: Li Stenbolê jinek hat qetilkirin

  • 14:16 21 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Li Navçeya Uskudarê jinek ji aliyê mêrê bi navê Sabrî Barça yê ku bi wê re zewicî bû hat qetilkirin. 
 
Li Navçeya Uskudarê ya Stenbolê di saetên serê vê sibehê de jina bi navê Guneş Karaçuban ji aliyê mêrê bi navê Sabrî Barça ku bi wê re zewicîbû, hat qetilkirin. Sabrî piştî ku Guneşê qetil kir şûnde li xwişka wê geriya û got ku wî Guneşê qetil kiriye û ji holê winda bû. 
 
Ekîbên polîs û tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê, piştî lêkolînê Guneşê birin Saziya Tipa Edlî. Lêkolîna ji bo dîtina Sabrî Barça didome.