Zubeyde Tepe: Zarokê me yê ku me qêmîş nedikir em maç bikin qetil kirin
- 14:02 21 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê, Ferhat Tepe 25 sal berê di bin çavan de hat qetilkirin. Dayika Ferhat, Zubeyde Tepe got:"Zarokê me yê ku me qêmîş nedikir em maç bikin qetil kirin."
Dayikên Şemiyê li pêş Lîseya Galatasarayê di hefteya 695'an de hatin gel hev û bal kişandin ser qetilkirina Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê, Ferhat Tepe, ya 25 sal berê. Wêneyê Ferhat Tepe û dolbentên spî danîn ser pankarta "Kujer diyar in, yên windayî li ku ne". Xizmên windayan wêneyên kesên ku di bin çavan de hatin windakirin hilgirtin.
Nameya Hanife Yildiz a dayika Murat Yildiz ê ku di bin çavan de hat windakirin ji aliyê Dayika Şemiyê Maside Ocak hat xwendin. Di nameyê de wiha hat gotin:"Hemû tişt ji bo min bê wate ye. Karê min tenê ew e ku ez çavdêriya rêya te bikim."
'Kesên ku kujerên zarokên me danarizîne ceza didin me'
Piştî nameya ku hat xwendin bavê Ferhat Tepe, Îshak Tepe wiha got:"Kesên ku kujerên zarokên me danarizîne ceza didin me. Yên ku kujerê zarokên me danarizînin ji ber ku ez axivîm salek cezayê girtîgehê li min birîn."
Piştî Îshak dayika Ferhat, Zubeyda Tepe axivî û got:"Ez dixwazim kujerê zarokê min bê dîtin. Em hestiyên zarokê xwe dixwazin. Ji bo ev bûyerana dîsa dubare nebe em têdikoşin."
Dayikên Şemiyê bi soza ku ew ê hefteyek din dîsa li heman qadê kom bibin, ji qadê veqetiyan.