Yekemîn Navenda Çavdêriya Derûnî ya Jinan
- 11:39 21 Tîrmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn navenda derûnî ya taybet ji bo jinan ku li herêma Cizîrê hatiye vekirin, heta niha bi dehan jin derman kirin.
Navenda Şehîd Nalîn Mûş a Çavdêriya Derûnî ya taybet bi jinan, ji aliyê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê ve di 8'ê Adarê de li gundê Til Marûfê başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê hat vekirin. Navend jinên ku bi nexweşiyên derûnî ketine derman dike û cih û hemû pêdiviyan ji wan re pêşkêş dike.
4 jinên pispor xebatên navendê dişopînin. 3 navendên tenduristiyê yên şêwirmendiyê girêdayî navendê ne; Qamişlo, Hesekê û Çil Axa. Navend ji bo dermankirina jinan bijîşkên pispor tîne. Heta niha navendê bi dehan jin derman kirin.
Endama Rêveber a Navenda Pêşxistin û Plankirinê ya Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Xelat Şêxmûs xuya kir ku wan bi armanca pêşkêşkirina piştgiriya tenduristî û derûnî ji jinan re, navend vekir. Xelat Şêxmûs diyar kir ku haletên hin jinan çavdêriyeke daîmî dixwazin û got ku piştî dermankirinê jinek di dirêjahiya 3 mehan û piştî erêkirina bijîşkan ew vedigerin malên xwe.