'Ji ber ku malbata wî cerdevan e nayê darizandin'

  • 11:34 21 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Mêrê bi navê Ş.K. ku tê îdiakirin malbata wî cerdevan e, di 14'ê Tîrmehê de zarokek bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Malbatê diyar kir ku tevî raporên ATK'ê jî pêvajoya hiqûqî nayê destpêkirin û malbatê got ku têkiliya Ş.K. bi dewletê re heye û loma dozgerî îstismarê naxwaze bibîne. 
 
Mêrê bi navê Ş.K. ku tê îdiakirin malbata wî cerdevan e, di 14'ê Tîrmehê de li Navçeya Qosera Mêrdînê, zarokek bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Dayika zarok Kezban ev bûyer derxist holê û ji ajansa me re vegot. Kezbanê dema ku zarokê wê hat malê ferq kir ku xwîna wî diherike û dema ku ji zarokê xwe dipirsê zarokê wê tîne ziman ku ew ji aliyê mêrê bi navê Ş.K. ve bi îstismara zayendî rû bi rû maye. Kezbanê diyar kir ku zarokê wê tê tehdîtkirin û wê derbarê îstismara zayendî ya ku li zarokê wê hatiye kirin serîlêdana sûc kiriye. 
 
Kezbanê anî ziman ku piştî ku wan gilî kirine polîsan bi ser mala wan de girtiye û ew kirine bin çavan. 
 
'Dozgerî dixwaze ku ser bûyera îstismara zayendî bigire'
 
Kezbanê anî ziman ku ew çûne nexweşxaneyê û rapora ku zarokê wê bi îstismara zayendî rû bi rû mane girtine û dema ku ew rapor pêşkeşî dozgeriyê kirine, dozgeriyê ew cidî negertiye û wiha domand:"Piştre me zarokê xwe bir nexweşxaneyên Mêrdîn û Amedê me ji wir jî rapor girt. Lê dozgeriyê qaxizên rapor û îfadeyê çirandine û dixwazin ku ser bûyerê bigirin. Mêrê bi navê Ş.K. îstismara zayendî li gelek zarokan kiriye. Ş.K. berê jî çûbû Bûrsayê û li wir jî gelek zarok îstismar kiribû. Lê nehat girtin, heger bihata girtin dê îro ev tişt nehatiba serê zarokên min."
 
'Têkiliya wî bi dewletê re heye'
 
Kezbanê anî ziman ku tevî ku di destên wan de delîl hene Ş.K nayê darizandin û got:"Li raporê lê dike ku şahid hene. Zarokê min ew kes teşhîr kir lê dîsa jî dozgeriyê ew serbest berda. Êdî ewlehiya zarokên me nemaye. Em dixwazin hemû kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Em dev ji vê yekê bernadin. Heta ku Ş.K bê darizandin em ê têbikoşin."
 
'Îstismar li ajalan jî kiriye'
 
Her wiha bavê zarok jî anî ziman ku ew ji aliyê polîsan ve hatine tehdîtkirin û wiha got:"Piştî bûyerê 3 polîsên ku bi ser mala min de girtin min birin qereqolê. Polîsan dema ku ez birim qereqolê di rê de ji min re got 'Divê tu tiştekî nebêje'. Ji ber ku malbata kesê ku îstismara zayendî li zarokê min kir, cerdevan in, dewlet naxwaze ku ev bûyer derkeve holê. Ş.K ji aliyê dewletê ve tê parastin. Her wiha em hîn bûn ku Ş.K. îstismara zayendî li ajala jî kiriye."
 
'Em bawer nakin ku derûniya wî xirab e'
 
Şahidan anî ziman ku Ş.K. şev xwe tazî dike û derdive ser dikê û welatiyên der û dorê ne rehet dike. Ji şahidan yekî wiha got:"Vîdeoyên zayendî vedike û bi zorê bi zarokan dide temaşekirin. Me ev yek nizanîbû lê piştî demekê zarokê me ji me re gotin. Li ser gotinan zarokan em bi malbata Ş.K. re axivîn. Malbatê anî ziman ku derûniya kurê wan ne baş e. Lê bawer nakin ku derûniya wî xirab e. Ev bûyer gelek caran hat jiyîn. Heta ku Ş.K. bê darizandin em ê dev ji vê yekê bernedin."