Bedîa Ozgokçe: Ez bang dikim ku li hemberî îşkenceyê herkes bi hêstiyarî tev bigere

  • 09:23 21 Tîrmeh 2018
  • Rojane
WAN - Di dema êrîşkirina ser taxa Yalimelezê di malekê de 2 jê zarok 6 kes bi îşkenceyê tên binçavkirin. Nêrazîbûnên li hemberî îşkenceya ser malbatê berdewam dikin. Der barê îşkenceya ser malbatê de Parlementera HDP a Wanê Bedîa Ozgokçe bang li hemû kesî kir ku bi hêstiyar tev bigerin. 
 
Li Tirkiyeyê OHAL hat îlankirin şûnde di dema binçavkirinê de îşkence bênavber didome. Li Wanê dema êrîşa ser taxa yalimelezê di malbatekê de 2 jê zarok 6 kes kes tên binçavkirin di dema binçavkirinê de malbat zext dixwe û îşkence li wan tê kirin. Bertekên rêxistinên civakî û li ser medyaya civakî bertek berdewam dikin. Der barê îşkenceya ser malbatê parlementera HDP a Wanê Bedîa Ozgokçe nirxandin kir.
 
'Di bûyerê de pirsgirîkên ku bêne ronahîkirin hene'
 
Bedîayê anî ziman ku pêvçûna ku li taxê pêk hatî malbat berpirsyar tê dîtin û got ku li ser malbatê îşkenceyeke mezin pêk hatiye û wiha axivi;"14'ê tirmehê li ser malbata Şahînan polîsan êrîş kirin û di wê encamê de malbat tev bi îşkenceya polîsan re rû bi rû  man. Piştî binçavkirinê 2 jê zarok  malbat tev hate girtin. Malbatê di dema ku hevdîtina bi parezerên xwe re pêk tîne diyar dikin ku bi îşkenceyeke mezin ser wan pêk tê. Di bûyerê de pirsgirêkên ku bêne ronahîkirin hene. Ji ber ku polîsên ku li ser malê êrîş dikin, vî tiştî îdda dikin. "
 
'Îşkenceya ser malbatê salên 90'an derbas kir'
 
Bedîayê di berdewamiya axiftina xwe de diyar kir ku ew îşkenceya ku ser malbatê pêk hatî di salên 90'an jî nehatiye dîtin û wiha pê de çû;"Girtîgeha tîpa T a Wanê ketiye faaliyetê heyanî niha bi îşkenceyê her tim cihê xwe di rojevê de girtî ye. Me pirî caran bi di parlementoyê de ev îşkenceyên ku li girtîgehê pêk hatine anîne ziman lê mixabin bi tu awayî nêrînên me esas nehatine girtin û vê  hişmendiye  ev erê kiriye. Rewş di xetereyê de ye. Bi rastî ew îşkenceya ku li ser malbatê pêk hatî salên 90 jî derbas kirî ye. Di girtîgehê de bi xuyê li birîna girtiyan îşkence kirine. Îşkence li dijî mirovahiyê ye. Emê şopdarên vê bûyerê bîn. Malbat hatiye girtin heyanî niha hewlêdanên me berdewam dikin. Ew agahiyên ku hatine destên me de xuya dikin ku di tîpa T'yê  di bin îşkenceyeke mezinde ye. Me wekî HDP'ê ji  wezerata edeletê pirskirin û me ev pirs xistin rojeva parlementoyê. Em ê heya dawiyê şopdarên vê bûyerê bîn. Kesên ku îşkence dikin û li hemberî îşkenceyê bêdeng dimînin, dê hesaba vê bidin. Malbata Şahîn ne bi tenê ye.  "
 
'Heya ku berpirsyar hesab didin em ê şopdarên bûyerê bin'
 
Bedîayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku bi hêstiyar tevbigerin û got ku li hemberî îşkenceyê divê mirovahî bêdeng nemîne û wiha dawî kir;"Divê pêşiya îşkenceyê bê girtin. Ez  ji herkesî  re bang dikim ku bi hêstiyar tev bigerin. Ji bo ku vê bûyerê bişopînin bang li hemû rêxistinên civakî dikim ku bibin şopdarên bûyerê. Bila werin ser vê îşkenceyê lêkolîn bikin. Bila deriyên girtîgehan bidin vekirin. Ew rêvebira ku dibêje îşkence tune ye bila destûr bide û wan deriyan bide vekirin û em hemû bi çavên xwe bibinîn. Rêveberiya girtîgehê parêzer derewîn derxistin û polîtikayên bi vî awayî dan meşandin. Heya ku berpirsyar hesab didin em ê heya dawîyê  şopdarê bûyerê bîn û em ê dev jê bernedin."