Girêdana jina bi navê Kejul ya bi çand û axê re

  • 09:17 21 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Li  Wargeha Şehîd Rustem Cudî çanda tenur çêkirinê hîna weke berê berdewam dike.
 
Her gelek xwedi çand û kevneşopiyên xwe dispêrin dîroka xwe ya kevnare. Di nava jinên kurd de jî çanda çêkirina tenuran û amadekirina nanê tenurê dîroka wê gelek kevn e. Bi Tayîbetî lî herêma Serhed û Zagrosan nanê tenurê yê herî bi tam ku tê xwarin e. 
 
Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Memûr) çanda xwe ya kevnare didin berdewamkirin û ji nanê tenurê dur namînin. Dayîka bi navê Kejul Yurur bi destê xwe tenuran çêdike û dide gelek deveran. Kejul hem tenurê hem jî nanê wê pir xweş çêdike, ji ber hostatiya wê ku ji dema zarokatiyê de heya niha berdewam e. 
 
'Divê ez vê çandê hînî keça xwe jî bikim'
 
Kejul da zanîn ku hê pazde Salî dest bi çêkirina tenuran kiriye û wiha domand: “Ez hîn biçuk li ber destê dayîka xwe hînî vî karî bûme. Heya niha debara min li ser karê çêkirina tenurê ye. Tenê di çend salên despêka penaberiyê de min tenur çênekiriye. Ew ji ber kêmbûna derfetên jiyanê bû. Lê piştî bi demekê min cardin dest bi çêkirina tenuran kir û heta niha jî ev karê xwe  berdewam dikim. Ez ji vî karî hez dikim û ez ê berdewam bikim. Ji ber ez tenê ez di aliyê aborî de li karê xwe  nanêrim, di heman demê de çandek me ya qedîm e hewceye ez jî weke dayîka xwe keça xwe li ber destê xwe hîn bikim û vê çandê bidim berdewam kirin.”
 
'Ji hemû herêman tên tenûrên min digirin'
 
Kejul despêkirina tenurekê heya qedandina wê wiha anî ziman: “Ez despêkê axê ji derve tînim, ji ber axa tenuran taybet e û li her deverê nayê dîtin. Piştî berhevkirina axê êdî dest bi karê çêkirinê dikim. Di serî de rojekê axê şil dikim û di nava xwê de dihêlim. Paşê roja dinê serê sibê dest pê dikim rêza yekem û duyem datinim. Bi vî awayî heya hefteyekê her roj du rêzan datinim heta diqede. Bi giştî di hefteyekê de tenurek diqede.”  
 
Kejul bilêv kir ku tenê ne welatiyên wargehê ji gelek deverên başur jî welatî tên tenurên wê amade kirî digirin û wiha pêde çu: “Ji ber ku ez li ber dikevim û baş çêdikim gelek diçin. Tenê ne wargeh ji gelek deverên başur jî welatî tên tenuran ji gel min digirin. Ji Kerkuk, Hewlêr û derdorên wan welatî tên tenurên min digirin.”