'Ji bo kesên mîna Ekîn Wan û Şule Çetîn neyên qetilkirin em ê bixebitin'

  • 09:13 21 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - HDP ji bo ku nexşerêya xwe  ya nû diyar bike ket kampê. Ji bo ku stratejiya HDP'ê ya ji bo jinan bê aşkerekirin bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê yên jin civîn hat lidarixistin. Der barê civînê de parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş nirxandin kir. 
 
Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku pêvajoya nû binirxîne û bi armanca ku nexşerêya xwe diyar bike li Wanê ket kampê. Di kampa ku wê 3 rojan berdewam bike de roja yekem bi civîna parlamenterên jin hat destpêkirin. Parlamentera Sêrtê ya HDP'ê Meral Daniş Beştaş a ku li ser civînê nirxandin kir diyar kir ku wan wekî koma jinan nirxandinên girîng kirine û ev  tişt got: "Me di vê civînê de pêvajoya pêşiya xwe, pergala nû, bandora îkdtîdara AKP'ê û hewldana Erdogan a berdewamiya faşîzma li ser jinan û li dijî vê me xebata xwe ya berxwedanê nirxand.
 
'Hikûmetê herî zêde li ser jinan dijminahî kiriye'
 
Meralê diyar kir ku armanca Serokkomar ew e ku faşîzmê bi hêztir bikin û got ku li hemberî avakirina hêza faşîzmê ew ê têkoşînê bidomînin û wiha axivi;" Hewldana Serokkomar ya li dijî bêdengkirina jinan roj bi roj zêde dibe. Ev li ser têkoşîna jinan bandoreke çawa dike em vê xal bi xal binirxînin. Nîvê nifusa Tirkiyeyê ji jinan pêk tê. Hikûmeta AKP'ê ji destpêkê û heta niha bi êrîşên li ser civakê ku dike xwe daye jiyîn. Lê herî zêde jî dijminahiya xwe li ser jinan daye meşandin. Ev dijminahiye car caran bi peyva Fıtratê caranan jî bi meşrukirina tundî û teşhîrkirina bedena jinan aşkere kiriye. Li hemberî vê divê qadên jinan yên jiyanê bên firehkirin. Me hertim tifaq û hevlariya jinan parastiye. "
 
'Li dijî têkoşîna  jinê faşîzm û mîlîtarîzm xwe mezin dikin'
 
Meralê di berdewamiya axiftina xwe de anî ziman ku bi têkoşîna  HDP'ê re jinan di her qadên jiyanê de zêdetir cih girt û wiha pê de çû;" Li Tirkiyeyê cara yêkem par koma jinan hat avakirin. Wekî koma jinan me ne tenê tundiya li ser jinan, di heman demê de di qadên jiyanê de hebûna jinan a di nav malbat, siyaset û di rêxistinên civakî û kolanan de bi pirsgirîk û tengasiyên çawa re rû bi rû ye me ev her tim nîqaş kir û me ev di jiyanê de bi têkoşîneke mezin mayînde kir. Em di heyeta giştî de bi pêşniyar, nirxandin û daxuyaniyên ji çapemeniyê re çûyin cihên bûyerê û li ser van bûyeran gotinek me hebû. Xebatên me û çalakiyên me bi vî awayî hatine meşandin. Di cîvîna me ya îro de jî mijara me ya yêkem kêmasiyên ku em dikşînîn û tengasiyên ku em nikarîbîn bînin ziman rexnedayîna van kêmasiyan me nirxand. Em çiqas hewl bidîn jî mixabin rojeva jinan her heye û berdewam dike. Ger ku em bibêjîn ev pirsgirîka civakê ya herî mezin e, ez bawerim ku em vê mezin  nakîn. Niha di cîhanê de pirsgirîka herî mezin, newekhêviya jin û mêr e. Jin li cîhanê xwedî mîsyoneke pir mezine, li dijî vê jî  faşîzm û mîlîtarîzm her roj xwe mezintir dike. "
 
'Em ê bi jinan re xebatên xwe mezintir bikin'
 
Meralê herî dawî bi lêv kir ku her jin di nav civakê de xwedî berpirsyarî ye û wiha pê de çû;"Em wekî parlementerên HDP'ê yên jin ji berpirsyariya xwe agahdarîn. Ev xebat dê di pêşerojê de ji me re bibe hêz. Ji ber ku em jin ji hev hêzê digrîn. Em di qadê de gotina jinan, têkoşîna jinan û vîna jinan temsîl dikin û em bi vê zanebûnê nêz dibîn. Mijara herî girîng tune hesibandina gotina jinan û binpêkirina vîna jinan e. Şule Çetîn pir hate parvekirin û civak bi hesasiyeteke mezin tevgeriya. Ev tiştekî baş bû.  Lê xwezî beriya ku nehata qetilkirin ev hesasiyet bihata nîşandan. Em ji vê demê şûnde dixwazîn ku beriya kesên mîna Şule çetîn û Ekîn Wan bên qetilkirin em bi jinan re tevbigerîn û xebatên xwe mezintir û bi hêztir bikîn. "