Bedîa Misilim: Bi saya felsefeya Rêber Apo jinê zincîrên koletiyê şikand
- 09:10 21 Tîrmeh 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Mohemed
ŞEHBA - Endama Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Bedîa Misilim diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya azad a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinên Kantona Şehbayê xwe ji zincîra koletiyê rizgar kirin û got:" Dewleta Tirk a dagirker her dem êrîşî jinê dike û dixwaze ku jin tenê wekî amûr bê bikaranîn."
Endama Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Bedîa Misilim derbarê fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku Abdullah Ocalan jêderka azadî û yekîtiya gelan e û got:"Dema ku em li fikir û ramanên Rêber Apo binêrin rêzdariyek mezin nîşanî keda jinê dide. Lê kesên ku dewleta tirk bi rê ve dibin her dem bi sîstema xwe jin çewisandine. Lê îro mîmarê aştiyê, azadiyê û parêzkarê mafê jinê di girtîgehê de ye û tecrîdek giran li ser tê meşandin. Ev yek li dijî mirovatiyê ye. Divê Rêberê me azad bibe."
'Rêber Apo sembola parastina mafên jinên cîhanê ye'
Bedîayê diyar kir ku neheqiyek gelek mezin li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin û wiha domand:"Li Tirkiyeyê İşkence, êrîş, revandin, îstismar hemû li ser jinê tê ferzkirin. Lê Rêber Apo her dem li dijî vana şer kiriye. Loma Rêber Apo sembola parastina mafên jinên cîhanê ye. Ew mirovekî zana û rewşenbîr e loma girtina wî ya di nava çar dîwaran de neheqiyek gelek mezin e."
'Ji bo azadiya jinê berxwedana Rêber Apo didome'
Bedîayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rêber Apo ji bo hemû jinên cîhanê têkoşiyaye. Bi saya felsefeya Rêber Apo jinê zincîrên koletiyê şikand. Jinên Ereb ên Kantona Şehbayê jî azadiya Rêber Apo dixwazin. Çimkî ji bo azadiya jinê berxwedana Rêber Apo didome."