Konferansa 2'mîn ya Yekîtiya Jina Azad ên Şehbayê bî dawî bû!

  • 21:34 20 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Konferansa Yekîtiya Jina Azad yaKantona Şehbayê  di bin duruşmeya”azadiya jinê misogeriya azadiya civaka demokrat e”bi hilbijartinên Kordînasyona Yekîtiya Jina Azad bi dawî bû.
 
Piştî nîqaşên berfireh di beşa rêxistinî de, Konferansa Yekîtiya Jina azad ya Kantona Şehbayê ji aliyê Meclîsa herêma Efrînê,Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Şehbayê û Kongira Star ya Herêma Efrînê,Partiya Pêşeroja Sûriyê,Mala Jin li Navçeyê Kefer Neye,Parastina Cewherî ya Şehbayê,hat pîroz kirin.
 
Paşê Endama Kordînasyona Yekîtiya Jina Azad ya Kantona Şehbayê Neceh Hisên  rêzîknameya Sîstema hundirîn xwend û li ser her bendekê nîqaş hatin kirin.
 
PiştreBerdevka Komîteya Jin ya Kantona Şehbayê Emîne Osman pêşniyar xwendin û li gor dengdayînan ev biryar hatin girtin.”Berdewamkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û esas hat girtin.  Akademiya Jin li darxistina Dewreyên  perwerdekirina jin avakirina projeyên aborî û civakî, ji bo avakirina  aboriya jinê li kêleka jina ku rastî şidetê tê jê re çaresertî dîtin.”
 
Piştî derxistina biryaran 3 kes ji bo koordînasyona Yekîtiya Jina Azad ya Kantona Şehbayê Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad ya Kantona Şehbayê Rîhab Çepo,Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad ya kantona Şehbayê Eyşe Mohemed Elî,Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad ya kantona Şehbayê Zehira Kelo, ji aliya Komîseriya Bilind ya Hilbijartinan vebi awayekî demokratîk hatin hilbijartin.
 
Di dawiyê de li ser navê Kongira Star ya herêma Efrînê Rojhilat Arêf axivî û konferansa  duyemîn li tevahî jinan pîroz kir û anî ziman:"Ku wê bi erka xwe heta dawiyê rabin û tekoşîna xwe heta azadiya Rêber Apo dewam bikin. Ji ber ku azadiya Serok Apo azadiya tevahî jinane.”
 
Konferans bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Jin”Jin jiyan azadî”,”Bê Serok Jiyan nabêe”,bi dawî bû.