Li dijî Goristana Yenîkoyê êrîşa duyemîn: Kêlikên goran şikandin

  • 17:05 20 Tîrmeh 2018
  • Rojane
AMED -Li Goristana Yenîkoyê dîsa êrîşî gorên HPG'î û YPG'yiyan kirin. Di êrîşa hat kirin de kêlikên goran hatin şikandin, wêne û nasnavên li ser kêlikan bi boyaxê hatin jêbirin.
 
Li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baglara Amedê dîsa ji aliyê kesên nenas ve di saetên şevê de  êrîşî gorên şervanên HPG û YPG'ê kirin. Di êrîşa hat kirin de nasnavên kesên jiyana xwe ji dest dan û wêneyên wan ên li ser kêlikan bi boyaxa reş hatin jêbirin.
 
Di Mijdaaa 2017'an de dîsa li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê kêlikên gorên aîdê şervanên HPG û YPG'ê hin îbare wekî hincet hatibûn nîşandan û kêlik hatibûn guhertin. Dîsa heman gor, di Kanûna 2017'an de ji aliyê kesnê nasnameya wan ne diyar ve li wan êrîş hatibû kirin û gor hatibûn texrîbkirin.