Di şerê mêran de jinek hat qetilkirin
- 16:34 20 Tîrmeh 2018
- Rojane
KONYA - Di şerê ku di navbera du mêran de derket jina ducanî li gel piştika xwe jiyana xwe ji dest da.
Li Konyayê şeva din di nava du mêrên ku ne ji Tirkiyeyê ne Abdulbasîd El M. (25) û birayê wî Ahmet El M. (36) de niqaş derket û di encama pevçûnê de ji aliyê mêrê bi navê El M, Amîra Alyassouf ya ku 8 mehî ducanî bû qetil kir. El. M., ji cihê bûyerê reviya û mudaxeleya yekem ya li Amîrayê ji aliyê hevjîn û cîranên wê ve hat kirin. Lê li gel hemû mudaxeyleyên li Nexweşxaneya Numûneyê jî Amîra û pitika di nava wê de nehatin rizgarkirin.
Piştî bûyerê Abdulbasîd El M. yê ku reviya hat binçavkirin.