Konferansa Yekîtiya Jina Azad bi nîqaşan dewam dike
- 16:22 20 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞEHBA - 2'yemîn Konferansa Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê ya ku di bin dirûşma "Azadiya jinê azadiya civaka demokrat e" de pêk hat, bi nîqaşên di derbarê rewşa siyasî, rêxistinî û sîstema hundirîn de didome.
Her wiha Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo rapora salê xwend, li ser beşê raporê ya siyasî û rêxistinî hat nîqaşkirin.
Di rewşa siyasî de wiha har gotin:"Gelê Sûriyeyê di nav van salên şer ên dirêj de êş û zehmetiyan dijîn. Ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê wekê çeteyên DAIŞ'ê dijîn.Yên ku dibin qurbanê vî şerî û dibe hedef gel û jinên herêmê ne. Di bin navê îslamiyetê de mafê jinê tune dikin û wê dikin kol e.Di encama Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker de gelekê sivîl hatin qetil kirin û birîndar bûn. Armanca sereke ya Dewleta Tirk a dagirker vala derxistina Projeya Netewa Demokratîk bû. Lê belê baweriya me heye ku çareseriya aloziya Sûriyeyê ne bi Cenevre û ne jî Astana be, ancax alozî bi vîna gelan bê çareserkirin.
Her wiha di rewşa rêxistinî de kar û xebata Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê hat nirxandin û ev karên ku hatine kirin, hatin rêzkirin.
-Perwerdekirin û zanekirina jinên ku li kantona Şehbayê.
-Mala jinê li Navçeyê Fafînê hatiye vekirin.
-Civînên berfireh ji jinan re hatiye çêkirin.
Piştî rewşa rêxistinî beşa rexne û rexnedayîn hat nîqaşkirin.
Konferans bi nîqaşên li ser rewşa siyasî û rêxistinî didome. Tê payîn ku di dawiyê de hilbijartinên avakirina Koordînasyona Yekîtiya Jina Azad a Kantona şehbayê çê bibe.
Konferans didome.