Ece, Polen û Ezgi hatin bibîanîn

  • 15:07 20 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Di Komkujiya Pirsûsê de ji nav 33 kesî Ece Dinç, Ezgi Sadet û Polen Unlu jî jiyana xwe ji dest dabûn. 3 kesên ku di komkujê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê heval, xizm û malbatên xwe li ser gora wan hatin bibîranîn. 
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navçeya Pirsûsa Rihayê 33 kesî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Ece Dinç, Ezgi Sadet û Polen Unlu ku wan jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê heval, xizm û malbatên xwe li ser gora wan hatin bibîranîn. Endama MYK a SKM'ê Ezgi Bahçecî, Endama MYK a SDGF'ê Can Papîla, Çagla Seven a ku ji komkujiyê sax xelas bû, ESP, OTSP, BEKSAV, Ciwantiya Anarşîst û Însyatîfa xwendekaran beşdarî bîranînê bûn.  
 
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û Endamê MYK a SDGF'ê Can Papila axivî û got:"3 sal ji ser komkujiya Pirsûsê derbas bû. Lê me heta niha qad neterikand. Em ê heta dawî ji bo vê dozê têbikoşin."
 
'Kujer negihaştin armanca xwe'
 
Piştre Endama MYK a SKM'ê Ezgi Bahçeci axivî û got:"Zarokên Geziyê diçin Kobanê. Heger ew biçiyan Kobanê dê rihê Geziyê li Kobanê bidan jiyandin. Lê dewletê û ÎŞÎD'ê ew qetil kirin. Lê kujer negihaştin armanca xwe. 33 Rêwiyên Xeyalan ji Geziyê heta Rojava pira wekheviyê ava kirin."
 
Bîranîn bi çalakiya rûniştinê ya 33 dk'yan bi dawî bû.
 
Kesên ku beşdarî bîranînê bûn piştre çûn serdana goristana kesên ku di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe li Enqereyê ji dest dabûn.