Hilbijartina meclîsa Kongreya Star pêk hat
- 14:56 20 Tîrmeh 2018
- Rojane
Dîmen heye
TIL TEMIR - Kongreya Star meclisa xwe ya nûh a ji 13 kesan pêk têr di civînek berfireh a beriya Kongreyê de hilbijart.
Piştî Konferansa Yekîtiya Star di sala 2016'an de navê Yekîtiya Star guhert û bû Kongereya Star. Piştî xebata 2 salan li gor rêziknameyê Kongreya Star xebata xwe ya beriya Kongreyê didomîne û li Rojavayê Kurdistanê heta niha gelekê civîn û hilbijartinê hatin lidarxistin. Pêwîstî hat dîtin ku meclîs ji nû ve were avakirin. Îro jî Kongreya Star li Saziya Malbatên Şehîdan bi civînek nûh meclîsa xwe ya nûh hilbijart.
Di civînê de Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed, Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Serêkaniyê Selwa Ehmed û bi dehan jin amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina li ser giyana cangoriyan civîn hat destpêkirin.
Di civînê de Endama Rêveberiya Mala Jinê Emel Baravî rêziknameya hundirîn a Kongreya Star xwend.
Piştî xwendina rêziknameyê, Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed naveroka rêziknameyê bi zimanê Kurdî, şîrove kir.
Piştre 13 jin ji bo meclîsê hatin hilbijartin.
Navê Meclîsa nûh a ku ji 13 jinî pêk tê wiha ne: "Gulîxan Tahir Berdevka Kongra Star, Xedîca Asim û Çinar Yûsif Endamên Rêveberiyên Kongreya Star. Komîteyên di hundir meclisê de jî ev in: Komîteya Perwerde, Aborî,Çand û Huner, Şaredarî, Ragihandin, Dîwana Edaleta Civakî, Lijneya Civakî, Parastina Cewherî, Pêwendiyên Diplomasî,Tendirustî ne.
Civîn bi dirûşma:"Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.