Ji cihê komkujiyê bang kirin: "Em ê têkoşîna wan bidomînin

  • 14:01 20 Tîrmeh 2018
  • Rojane
RIHA - Li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsê ku 33 ciwanên ji bo pêlîstok û alîkariya mirovî ji Kobanê re bişînin di encma êrîşa xwekuj de jiyana xwe ji dest dan, bi minasebeta 3'emîn salvgera komkujiyê çalakiya bîrnanînê hat lidarxistin.  Di çalakiya ku hat lidarxistin de Endama Koordînasiyona Naveda OGK'ê  Hêlîn Yilmaz axivî  û wiha got: "Her 33 kesên ku jiyana xwe ji dest dan wekî ku îro jî li baxçeyç bi me re dikenin. Em ê têkoşîna rêhevalên xwe bidomînin."
 
300 ciwanên ku li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), ji bo ku ji Kobanê re pêlîstok alîkariya mirovî bişînin li navçeya Pirsûs ya Rihayê hatin gel hev û li Navenda Çandê ya Amarayê dema ku daxuyanî dan bûn hedefa êrîşeke xwekuj. Di encma êrîşa xwekuj ku DAÎŞ'ê girt ser xwe 33 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 100 kesî zêdetir miro birîndar bûn.
 
Beriya çalakiya 3'emîn a bîranînê  bi awayê kêfî bi hinceta kontrola GBT'ê û hrwd. kesên ku xwesitn tevli bîranînê bibin hat xwestin ku bên astengkirin. Piştî hevdîtinên ku hatin kirin, kesên ku hatin ber naveda çandê ku di nava wan de parlamenterên DHP'ê, Rêveberên DBP û HDP'ê û Dayikên Aştiyê jî hebûn bi qurnefîlên di destê xwe de li navenda çandê kom bûn û bi merasîmekê çalakiya bîranînê hat destpêkirin.
 
'Dawî li DAÎŞ'ê tê anîn'
 
Di çalakiya bîranînê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û ev tişt got: "Li vêderê 3 ciwanên vî welatî jiyana xwe ji dest dan. Mixabin li erdnîgariya ku em lê dijîn tu qîmetê canê mirov nemaye. Divê ku herkes bizanibe wê dawî li DAÎŞ'ê bê anîn."
 
'Em xeyala xwe bi raperînê tacîdar bikin'
 
Hêlîn Yilmaz a ku li ser navê Koordînasyona Navenda  OGK'ê axivî jî wiha got: "Xeyalên wan hebûn û em van xeyalên wan berdewam bikin û bi raperînê tacîdar bikin.  Tişta ku ciwan li vî baxçeyî anîn gel hev baweriya wan a bi şoreşê û hevkariya bi gelê Kobanê re bû.  Wekî ku her 33 kes jî li vî baxçeyî bi heman hêviyê bi me re dikenin. Em ê berxwedana wan berdewam bikin."
 
Çalakî bi danîna qurnefîlên cihê komkujiyê bi dawî bû. Piştre girse derbasî goristanan Pirsûsê bû.