2'yemîn Konferansa Yekîtiya Jina Azad li Kantona Şehbayê dest pê kir

  • 13:24 20 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Di bin dirûşma "Azadiya jinê mîsogeriya azadiya civaka demokratîk e"  2'yemîn konferansa Yekîtiya Jinên azad a Kantona Şehbayê dest pê kir.
 
Li Kantona Şehbayê Yekîtiya Jinên Azad di bin dirûşma  "Azadiya jinê mîsogeriya azadiya civaka demokratîk e" de 2'yemîn Konferansa xwe dest pê kir. 150 delege beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de rapora salê hat xwendin, dê li ser rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, sîstema hundirîn nîqaş bên kirin.
 
Kongreya Star, Rêveberiya Xweser a Jinê, Meclîsa Kantona Şehbayê, Desteya Perwerdeyê, Partiya Siberoja Sûriyeyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Desteya Tendirustiyê û Desteya Zanistê beşdarî konferansê bûn.
 
Salona Konferasê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berxwedêrên azadiyê hatin xemilandin û pankertên bi nivîsa "Azadiya jinê azadiya civaka demokratîk e", "Bi rihê Avesta û Barînan em ê  Efrînê rizgar bikin", "Bi rihê berxwedana Serdemê em ê Şoreşa jinê civakî bikin" hatin aliqandin. 
 
Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. 3 kes ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
 
Piştre Hevseroka Meclîsa Demezrîner a Federaliya  Bakûrê Sûriyeyê Hediye Yusif axivî û hemû cangoriyên azadiyê yên ku li Kantona Şehbayê canê xwe feda kirine bi bîr anî û  wiha got: "Konferansa duyemîn ya Yekîtiya Jina azad li tevahî jinan pîroz be. Di vê rewşa ku em di nav aloziya Sûriyeyê de dijîn, alozî çiqasî ku diçe, mezin dibe. Her wiha di vê rewşê de êrîş li ser Gelê Sûriyeyê zêde dibin û komên çeteyan her ku diçin mezin dibin û gefan li civakê dixe. Hediyeyê, di dawiya axavtina xwe de ev  anî ziman: "Tevî hemû zehmetiyan û rewşa xeter ya aloziya Sûriyeyê ev konferans gavek dîrokî ye ji jinê re û wê di konferansê de kar û xebata Yekîtiya Jina azad were nîqaşkirin."
 
Paşê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê  Wefe Hisên ve perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.
 
Her wiha Konfiras berdewam dike.