Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:18 20 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe re hevdîtin bikin bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwişka wî Fatma û birayê wî Mehmet Ocalan û vasisê Abdullah Ocalan Prz. Mazlum Dinç, bi armanca li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji malbata Hamilî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Alî Konar û ji malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi armanca bi xizmên xwe re hevditin bikin bi riya parêzeran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Malbata Abdullah Ocalan û malbata 3 girtiyên din ên siyasî ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 84 caran serî li serdozgeriyê dan, lê  serlêdanên malbatan bi hincetên “Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” her tim hatin redkirin.