Polîsên ku îstismara zayendî kir hat girtin

  • 11:17 20 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ZONGULDAK - Polîsê bi navê M.Ş li Navçeya Çaycumayê ji ber ku îstismara zayendî li zarokekê kir hat girtin.
 
Polîsê bi navê M.Ş ku li Muduriyeta Emniyeta Navçeyê ya Navçeya Çacumaya Zonguldakê peywirdar bû, îstismara zayendî li zarokekê kir. Jina ku çû dozgeriyê û gilîkar bû got ku ew ji aliyê bavê xwe M.Ş ve ji zarokatiya xwe ve bi îstismara zayendî rû bi rû dimîne. Piştî gilîkirinê Serdozgeriya Komarê dest bi lêpirsînê kir. 
 
Piştî lêpirsînê M.Ş. ji kar hat dûrxistin û hat binçavkirin. M.Ş. ji ber sûcê "îstismara zayendî" hat girtin.