19'Tîrmehî li Serêkaniyê hat pîrozkirin
- 09:26 20 Tîrmeh 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şahiya 19 Tîrmehê li navenda Bajarê Seêkaniyê bi coş û kêfxweşiyeke mezin hat pîrozkirin.
Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) li Kantona Hesekê Bajarê Serêkaniyê şahiya pirozbahiya 6`mîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Stadyûma Ristim Cûdî ya Bajarê Serêkaniyê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Kurd û Ereb hat lidarxistin.
Pîrozbahî bi dirûşma "Bi rihê salvegera 6.emîn ya Şoreşa 19'ê Tîrmehê em Berxwedana Serdemê silav dikin" hate organîzekirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser navê Kordînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed axivî û wiha got: "19`Tîrmehê li hemû gel, şervan û li malbatên me yên şehîdan pîroz be. Çirûska 19'ê Tîrmehê li Bajarê Kobanê geştir bû û li Kantona Cizîrî û Efrînê belav bû. Hemû gelê Suriyeyê ji hişmendiya nizama BAAS'ê xelas kir."
Remziyayê axaftina xwe wiha domand: "Çawa ku hêza me ya YPJ'ê di hemû qadên me yên eskerê de serkeşiya şoreşê kir û êdî hemû jinên Bakûrê Suriyê xwe bi rêxistin kir, îro hemû jinên Suriyê digîhêjin azadiya xwe û gelê xwe digîhînin azadiyê. Ji bo vê têkoşîna we ew ê berdewam be."
Piştî axaftinê Koma şehîd Welat ya Dîlanê ya Bajarê Qamişloyê bi çend dîlanê folklorî pêşkeş kir. Şahiya 19`êTîrmehê bi stranên şoreşgerî ji hêla Koma şehîd Zîlan ve ya Bajarê Dirbêsiyê bi gerendina dîlanê û bi dirûşmeyan bi dawî bû.