'Di bin sîwana wekhevî û pêşketinê de me konfrerans li dar xist'
- 09:11 20 Tîrmeh 2018
- Rojane
Cudî Zêno-Lîlav Elî
HELEB - Di derbarê 2'emîn Konferansa Kongreya Star a ku li Herêma Helebê bi beşdarbûna 350 delegeyan hatibû lidarxistin de, Endamên Kongreya Star ên delege gotin: "Bi rihê berxwedana jinên Heleb û Efrînê ew ê Efrîn azad bibe."
Di derbarê 2'emîn Konferansa Kongreya Star a ku li Herêma Helebê bi beşdarbûna 350 delegeyan hatibû lidarxistin de, Endamên Kongreya Star ên delege bi lêv kirin ku dê bi saya têkoşîna jinê Efrîn azad bibe.
Endama Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûd a Herêma Helebê, Fatmê Mustefa derbarê Konferansa ku ji aliyê Kongreya Star li Helebê pêk hat de got:"Di serdema li Şêx Meqsûdê şerê giran diqewimî jinan bi îradeyek mezin li dijî şer têkoşiyan. Piştî 6 salên şer Kongreya Star 2'emîn konferansa xwe li dar xistin. Bi vê konferansê em azadiya jinê ya ji zihniyeta baviksalarî armanc dikin. Hemû jin di bin banê têkoşînek hevpar de ew ê kom bibin."
'Konferansek rengîn bû'
Endama Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûda Helebê Elîf Reşîd anî ziman ku di konferansê de ji her rengî mirov hebûn û wiha got:"Di konferansê de her cure reng hebû. Di bin sîwana wekhevî û pêşketinê de me konfrerans li dar xist. Em hêvî dikin ku ev konferansa dê bibe sedema serkeftinên hêja."
'Tevî hemû zehmetiyan konferans pêk hat'
Endama Rêvbereriya Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsud Famê Hesen got:"Tevî hemû zehmetiyan konferans pêk hat. Bi hêza ku me ji nêrîn û felsefeya Serok Apo girt me konferansa xwe pêk anî. Tevî hemû rengên cuda me pêngavek nû avêt. Em di wê hêviyê de ne ku ev pêngav dê rê li ber serkeftinên nû veke."