Arzu ya li Somayê kurê wê jiyana xwe ji dest da:Di gorê de jî wan rehet nahêlin
- 09:05 20 Tîrmeh 2018
- Rojane
ÎZMÎR- Arzu Kilinç a li Somayê kurê wê jiyana xwe ji dest da, bertek nîşanê bêdadiya li dadgehê da û wiha got: “Em ê heta Ewropayê biçin tenê ji bo edelet pêk bê. Ger tiştek bibe divê em hemû rabin ser piyan. Ez her roj meşiyam. Nahêlin ku zarokên me di gorê de jî rehet razên.”
Lİ Somayê di karaseta madenê de 301 kesî jiyana xwe ji dest da û ji bo sûcdaran jî cezayên wek xelat hatin dayîn. Malbatan bertek nîşanî rewşê dan û bertekên wan her diçin mezin dibin. Dayika Sezaî Kilinç, Arzu Kilinç der barê pêvajoyê de axivî.
Arzuyê destnîşan kir ku ji gundê Elmadereyê di 2002’yan de çûne Kinikê û li baxçeyên tutun, tirî, firingî, îsot, pembu û zeytûnan xebitîne. Arzuyê got ger mêran bixwesta dixebitin û wiha got: “ Em 20-30 jin diketin nav erdekî. Mêr di nav de tunebûn. Mêran karê înşaet û madenê dikir. Jin hefteyê du sê rojan bi rojaneya 60 lîrayî dixebitin. Ji ber xizaniyê mêr jî di madenê de dixebitin.”
‘Teknîkeran her tişt dizanibû’
Arzuyê bi lêv kir ku li madenê nûnerên karsazan teknîkerin û wiha pê de çû: “Teknîkerên cilên spî li xwe dikin li ser ruyê erdê mirov li bin erdê jî dibin hov. Xwe wek xwediyê madenê dibînin. Her tim gotine ‘runenin bixebitin’. Nedihişt biaxivin. Teknîker li alî patronan bûn. Yanî kêmasiyên madenê dizanibûn lê neaxivîn. Ji nedîtîve hatin.”
Arzuyê her wiha destnîşan kir ku tevî xeteriya karasetê tedbîr nehatiye girtin û hem ji ber pereyan û hem jî dizanibûn wê hesab nedin ev karaset pêk hatiye û got dîsa hewl dane ku sûc bavêjin ser karkeran.
‘Ger bibe divê em hemû rabin ser piyan’
Arzuyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku midûrên kargeriyê bi karkeran re di heman sifreyê de jî runeniştine û got: “Kurê min rojekê bê taştê çû. Cigirê Midûrê kargeriyê Îsmaîl Adari, termosê kurê min digire û davêje ser bandê. Ji ber xizaniyê tenê ava firingiyan û margarîn dixwarin. Wek sewalan didîtin. Em dikarin heta Ewropayê biçin û em dixwazin ku edalet pêk bê. Ger tiştek bibe jî divê em hemû bi hev re rabin ser piyan. Zarokên me li gorên xwe jî nikarin rehet razên.”