Li pey xeyalên xwe çûn: Wê dest bidana şoreşa li Kurdistanê
- 09:04 20 Tîrmeh 2018
- Rojane
ENQERE - Endama SGDF’ê Gîzem Altinoz diyar kir ku wê wek Buşra, Polen û Eceyan berxwe bidin û wiha got: “Vê hevdîtinê hevdîtina zarokên Gezî û Kobanê hedef dikir. Yek ji sedemên pêkanîna komkujiyê jî ev bû. Wê dest bidana şoreşa li Kurdistanê.”
Komkujiya Pirsûsê ku 33 endamên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn ji bo ji nû ve avakirina Kobanê û pêlîstokan bibin ji zarokên wir re ketibûn rê. Komkujiya Pirsûsê ket sala sêyemîn. Di vê pêvajoyê de ji bo hesabê komkujiyê bê pirsîn têkoşîn berdewam kir û li şûna kujeran ciwanên SGDF’ê hatin darizandin.
Endama SGDF’ê Gîzem Altinoz got ew wek Buşra, Polen û Eceyan berxwedanê didomînin û ji ber ku ew jî li pey xeyalên xwe çûbûn.
‘Kobanê ji bo wan cihekî cuda bû’
Gîzemê bi lêv kir ku kampanyaya ‘Me bi hev re parast em ê bi hev re bijîn’ ya sê sal berê SGDF’ê dabû destpêkirin bi gelek ciwanên sosyalîst re hêvî afirand û wiha got: “Erdnîgariya ew lê dijîn ne Kurdistan be jî Kobanê ji bo wan pir cuda bû. Li wir şoreşek hebû. 33 hevalên me ji bo dest bidin şoreşê û fêm bikin çûn wir. Armanca wan pêlîstokan bibin ji ciwanan re bû. Avakirina qadên jiyanê yên nû bûn. Lê li baxçeyê Amarayê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê ve hatin qetilkirin.”
‘Nehiştin dest bidin şoreşê’
Gîzemê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Pirsûsê tenê ciwanên SGDF’ê hedef nehatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Komkujiyek bi wî rengî bû ku sosyalîzm hedef girtibû. Ji ber kampanyayê hevdîtina zarokên Kobanê û Geziyê hedef digirt. Yek ji sedema pêkanîna komkujiyê jî ev bû. Ji ber vê pêşî lê girtin.”
‘Me dev ji daxwaza edaletê berneda’
Gîzemê her wiha da zanîn ku Pirsûs bûye despêka komkujiyan û di 10’ê cotmehê de kesên gotin aştî jî hatin û bi heman bombeyan 103 kesî jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sê sale me dest ji daxwaza edeletê berneda. Di doza Pirsûsê de 18 mehan biryara veşariyê hebû. Malbatan bi mehan li bendê bûn ku ev biryara veşariyê bê rakirin. Piştre dadgeh birin Hîlwanê. Amîrê midûriyeta polîsan ji dozê 7 hezar û 500 lîra ceza girt. Yanî bedela 33 kesî ev bû.”
‘Em ê dîsa li Pirûsê bin’
Gîzemê ev tişt anî ziman: “Parêzerên doz şopandin jî bûn hedefa desthilatdariyê. Ciwanên sosyalîst hatin girtin û di heman demê de rastî tehdîdan hatin.Tevî vê têkoşîna me ya edeletê ev sê sale didome. Em ê îsal dîsa li Pirsûsê bin. Em ji bo hevalên xwe yên şehîd ketine dibêjin ‘rêwiyên xeyalan’. Xwestibûn heyalên xwe pêk bînin. Gelek ji wan ne Kurd bûn. Lê hewl didin dest bidin şoreşa Kurdistanê. Hevalên li Pirsûsê hatin qetilkirin şopdarên kesên li Roboskê hatin qetilkirin û kuştinên jinan bûn.”