Asiya Esmaîl: Ji bo azadiya Rêbertî her dem li qada bin

  • 09:02 20 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Dîlber Mihemed
 
SERÊKANIYÊ - Dayika bi navê Asiya Esmail di sala 1998'an de di temenekî biçûk de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û  li ser fikrên wî têkoşîna xwe dewam dike. Dayika Asiya got:"Divê em ji bo azadiya Rêber Apo her dem li ser piyan û li qadan bin."
 
Dayika bi navê Asiya Esmail da zanîn ku wê cara yekem di sala 1998'an di çalakiya 15'ê Tebaxê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û got:"40 hezar mirov beşdarî çalakiya 15'ê Tebaxê bûn. Dema min Serok Apo dît ez gelekî kêfxweş bûm. Fikrên wî bandorek erênî li ser min kir. Divê teqez nobedarê mirovahiyê azad bibe."
 
Dayika Asiyayê da zanîn ku ew azadiya Abdullah Ocalan dixwaze û got:"Mirovên ku bi fikrên xwe siberoja gelan ronî dike divê azad bibe. Rêber Apo jî bi fikrên xwe ji mirovan re dibe ronahî loma divê ew jî azad bibe."
 
'Jinê bi felsefeya Abdullah Ocalan roj bi roj xwe nas kir'
 
Dayika Asiyayê bal kişand ser bandora felsefeya Abdullah Ocalan a li ser jinê û wiha domand:"Jinê bi felsefeya Abdullah Ocalan roj bi roj xwe nas kir û di nava qadên civakî de rolek çalak girt ser xwe. Di çalakiyê de Rêber Apo derbarê mafên jinê de axivî û anî ziman ku heta jin ne azad be civak jî azad nabe. Tiştên ku Rêber Apo 20 sal berê gotibû niha diqewime."
 
'Gotinên Rêber Apo bandorek mezin li ser kesayeta min kir'
 
Dayika Asyayê da zanîn ku dema wê li gotinên Abdullah Ocalan guhdar kiriye gelek guhertin di kesayeta wê de çê bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Min bi dilekî germ li Serok guhdar dikir. Fikrên wî gelekî xweş bû. Cudatî nedixist navbera tu kesî, hemû kes wekî hev didît. Loma divê hemû kes her dem li qadan ji bo azadiya Serokatî têbikoşin. Ji bo azadiya Rêbertî her dem li qada bin."