Li Dîlokê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
- 16:12 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
DÎLOK - Li Dîlokê mêrê bi navê Î.Ç jina ducanî ku heft mehî bû bi îşkeceyê qetil kir.
Li Dîlokê mêrê bi navê Î.Ç jina bi navê Aysel Kurt û ducanî ku heft mehî bû bi îşkeceyê qetil kir. Aysela ducanî ji aliyê ekîbên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehidkamil. Aysel û pitika xwe tevî hemû mudaxaleyan nehat xelaskirin.
Î.Ç. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.