Derbarê kuşitna Leylayê de tenê kesek hat girtin
- 15:52 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
AGIRÎ - Ji 12 kesên ku derbarê qetilkirina zaroka bi navê Leyla de li Agiriyê hatin girtin 11 kes hatin berdan û kesek tenê hat girtin. Bavê Leylayê Nîhat Aydemîr wiha got: " Li gel ku ez bavê Leylayê me kesekî tu agahî nedamin. Kî hatiye girtin nizanim."
Zaroka bi navê Leyla Aydemîr ya 4 salî piştî ku wida bibû bi 18 rojan cenazeyê wê hatibû diîtin. Derbarê mirina Leylayê de ji kesên ku hatin binçavkirin hat îdakirin ku pismamê bavê Leylayê Mehmet Aydemîr ji sûcê "Kuştina bi zanebûn" hatiye girtin û şandine girtîgehê.
'Agahî nehat dayîn'
Bavê Leylayê Nîhat Aydemîr ê ku derbarê girtinê de agahî da, diyar kir ku heta niha jê re tu agahî nehatiye dayîn. Nîhat di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Li gel ku ez bavê Leylayê me heta niha tu agahî ji min re nehat dayîn ji aliyê emniyet, walîtî an jî dozgeriyê ve. Ji ber ku li ser dosyayê qedexe heye ez nizanim ku çi bûye. Min berê jî gotibû ku ez derbarê bûyerê de ji gund ji tu kesî gûmanê nakim. Ji ber ku tiştekî bi vî rengî nayê bîra tu kesî. Dema ku Leyla winda bû min xwest ku li hemû malên li gund lêgerîn bê kirin lê tu lêgerîn nehat kirin. Dibêjin li mala kesê hatiye gitin ewraq hatiye dîtin û şûna tiliyê hatiye dîtin. Lê agahiya min ji van tune ye."
Nîhat derbarê 12 kesên ku hatin binçavkirin de jî ev tişt got: "Tenê ne 12 kes hemû kesên li gund hatin lêpirsînkirin."