ÎHD'a Wanê rapora derbarê binpêkirinên mafan ên OHAL'ê de aşkera kir

  • 15:20 19 Tîrmeh 2018
  • Rojane
WAN - ÎHD'a Wanê rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan de aşkera kir
 
Piştî hilbijartinê li Tirkiyeyê  qanûnên Serokkomar ketin mêriyetê. Komeleya Mafê Mirovan(İHD) ya Wanê ji bo ku balê bikşîne ser binpêkirinên mafan ên di dema  OHAL`ê de li avahiya xwe rapora binpêkirinên mafan bi daxuyaniyekê aşkera kir. 
 
ÎHD'ê di rapora xwe de  bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di dema  OHAL`ê de û ev tişt hat gotin;“Piştî ku OHAL hat îlankirin û şûnde 32 KHK hatin derxistin. Di sala 2016`an de KHK'ya bi hejmara 667 hat derxistin heta ku OHAL hat bidawî kirin  32 KHK hatin weşandin. Bi îlankirina OHAL'ê re heta niha 125 hezar 800 kes ji kar hatin îxraçkirin. Di dema OHAL`ê de bi 32 KHK`yên ku hatin weşandin qanûnên ku ketin meriyetê divê bên nirxandin. Divê neyê jibîrkirin ku di dema OHAL`ê de kesên ku fikrên xwe bi awayê azad anîn ziman û ji bo azadiyê têkoşiyan zirar dîtin."
 
ÎHDP'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe bal kişan ser astengiyên ku hiqûqî ku hatin derxistin û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe Bi minesebeta OHAL`ê mafê çalakiyan hat astengkirin. Bi vê yekê re di nava civakê de cudahî hat kirin. Pirsgirîkên Tirkiyeyê divê bi awayekî demokratîk bên çareserkirin. Di dema OHAL`ê de li Wanê 32 hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û 40 jê birindar bûn e. 49 kesên  endamên rêxistinê jî jiyana xwe ji dest dan û 2  jê birîndar bûne. 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 39 ji birindar bûne. 5 jin ji ber tunidiya ku di nava malbatê de li wan hat kirin jiyana xwe ji ddest dan û yek jê jî birîndar bû.  6 jin jî ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mêrekî jî bi awayê bi gûman dawî li jiyana xwe aniye. Her wiha 5 zarokan di dema OHAL'ê de bi wayê bi gûman dawî li jiyana xwe anîne û 17 arok jî bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatine hişitin." 
 
Daxuyanî  piştî xwendina raporê bi dawî bû.