Jinek û 3 zarokên xwe di Çemê Merîçê de winda bûn

  • 14:54 19 Tîrmeh 2018
  • Rojane
NAVEDA NÛÇEYAN- Jineke ku li gel 3 zarokên xwe ji Çemê Merîçê derbasî Yewnanîstanê bibe ji ber ku bota têde bûn qulipî winda bûn.
 
Jinek û 3 zarokên xwe ku xwestin ji Tirkiyeyê di Çemê Merîçê re botê derbasî Yewnanistanê bibin di encma qulipîna botê de di çem de winda bûn. Hat ragihandin ku cendermeyên yewnan li çem dest bi lêgerînê kirine lê lêgerîna tê kirin têrê nake. 
 
Bûyer ji aliyê parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farku Gergerlîoglu ve ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekir hat aşkerakirin.