Delal Cibîn: Bi saya Şoreşa Rojava jin êdî azad in
- 14:21 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
Stêrvan Bêrîtan
QAMIŞLO - Di nava heft salên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinê bi awayekî çalak rola xwe lîstiye. Jina ji Qamişloyê û bi navê Delal Cibîn got:"Bi saya Şoreşa Rojava jin êdî azad in."
Di 19'ê Tîrmeha 2011'an de Şoreşa Rojava pêk hat. Şoreşê bandorek erênî li ser jinê kir. Jina ji Qamişloyê û bi navê Delal Cibîn derbarê Şoreşa Rojava de diyar kirin ku Şoreşa Rojava azadiya jinê û jiyanê ye.
Jina dikandar Delal Cibîn anî ziman ku Şoreşa Rojava bandorek erênî li ser wê jî kiriye û got:"Berî ku Şoreşa Rojava pêk were em di bin bandora rejîma BAAS'ê de bûn em nikaribûn tev bigeriyan. Em di nava çar dîwaran de hatibûn hepiskirin. Lê bi pêkhatina şoreşê hemû jinên Qamişloyê azad bûn û hemûyan gotin ku Şoreşa Rojava Şoreşa jinê ye. Piştî şoreşê sûka Qamişloyê bi rengê jinê hatin xemilandin."
'Divê jin xwedî li vîna xwe derkevin'
Delalê anî ziman ku ji bo ew li vîna xwe xwedî derkeve û li ser lingan bisekine dixebite û wiha domand:" Ev sê meh in ku min dikan ji bo xwe vekiriye. Hevjînê min nexweş e loma niha ez dixebitim lê ne tenê ji bo debarê ji bo li vîna xwe xwedî derkevim û di nava çar dîwaran de hepis nebim ez dixebitim. Hem jinên Kurd hem jinên Ereb berî şoreşê ji gelek mafên xwe yên jiyanî bêpar bûn. Lê niha em dibînin ku jin êdî xwe dikarin bi aweyekî azad di aliyê jiyanê de pêş bixin."
'Derfetên di destên we de bikaribin binirxînin'
Delalê da zanîn ku divê jin bikaribin derfetên ku bi şoreşê hatiye bidestxistin binirxînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bila jin ji bo ku neçewisin xwe di her aliyê jiyanê de pêş bixin. Li ser bingeha Şoreşa Rojava divê jin xwe ji bo siberojên ronî her dem birêxistinkirin bikin."