Li nûçegîhan Canan Coşkun 2 sal û 3 meh ceza hat birîn
- 12:16 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Dadgehê bi îdiaya “Nasnameya şahidê di têkoşîna terorê de erk girtiye aşkere û belav kiriye” 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun birî. Dadger ceza taloq nekir.
Di 20’ê îlonê de li dijî DHKP-C’ê operasyon hatibû lidarxistin û parêzer binçav kiribûn. Nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun jî darizandina di binçavan de kiribû nûçe. Bi îdiaya “Nasnameya şahidê di têkoşîna terorê de erk girtiye aşkere û belav kiriye” der barê Cananê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Canan Coşkun û parêzerên xwe amade bûn. Her wiha Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Sendîkaya Basin Îş'ê ya DÎSK’ê Faruk Eren û gelek rojnamegeran destek dan û dozê şopandin.
Can û parêzerên wê parastin kirin û berat xwestin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran û Canê red kir û bi îdiaya “Nasnameya şahidê di têkoşîna terorê de erk girtiye aşkere û belav kiriye” 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Coşkun. Dadgehê ceza danexist û taloq jî nekir.