Mirina bi guman a polîsa jin
- 11:01 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê polîsek tîmê taybet bi debancê gule berê hevjîna xwe ya polîs ku 15 roj berê zewicîbûn da û ew kuşt.
Li taxa Beyazevler a navçeya Çukurova ya Edeneyê polîsê tîmê taybet A.A. bi debancê gule berê hevjîna xwe ya polîs Ayşe A. ku 15 roj berê zewicîbûn da. A.A. piştî bûyer pêk anî agahî da ekîbên tenduristiyê û polîsan û hatin cihê bûyerê. Hat zanîn ku Ayşe A. gule ji serê xwe xwariye. Cenazeyê Ayşe A. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê û tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgakirin û jiyana xwe ji dest da. Cenaze ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.