Çirûska 19'ê Tîrmehê bu hêvî
- 10:55 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Bi salane ku gelê Kurd li ser her çar parçeyên Kurdistanê di bin pêkûtiyên mezin de li ber xwe didin. Tevî hemû zehmetiyan têkoşîna xwe ya bi salan didomîne. Li Rojava jî ji ber rejîma BAAS'ê gelê Kurd her dem ji mafên xwe yên rewa bê par mane. Lê çirûska 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava bû hêvî û gelê Kurd serkeftinên mezin bi dest xistin.
Gelê Kurd bi salane ku berxwe didin xwe perwerde û birêxistin dikin da ku ji bin zilim û zordestyan serdestan derkeve.
Destpêka Şoreşa Rojava
Di destpêka şoreşê de gelê Kurd bi hêviyên mezin destkeftiyên mezin bi dest xistin. Bi berxwedana Kobanê û berxwedana serdemê gelê Kurd bi serkeftinên xwe li cîhanê deng vedan.
Di nava şoreşê de pêşketina jinê
Beriya 5 hezar sal ber jinê li qadê di nav jiyanek wekhev de cihê xwe digirt lê piştî serdestiya mêr koletî li ser jinê hat ferzkirin. Piştî Şoreşa Rojava jin ji bin zilma rejîma BAAS'ê xelas bûn. Derfetên pêşketinê ketin destên jinê û jinê êdî xwe di her qadê de pêş xistin. Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê di doza têkoşîna azadiya Kurd de li Rojava bûn sembol.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û bandora wê ya li ser civakê
Bi gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Me bi ciwanan dest pê kir em ê bi ciwana dewam bikin" li Rojava Tevgera Ciwanên Şoreşger hat avakirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger kedek mezin da û bi hezaran ciwan beşdarî nava vê tevgerê bûn.
Ziman û Perwerde
Piştî Şoreşa Rojava xalek girîng jî ziman û perwerde bû. Di serdema Rejîma BAAS'ê de gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bê par bû. Di warê ziman û perwerdeyê de gelek dibistin, akademî û zanîngeh hatin vekirin û gelê Kurd êdî bi awayekî azad bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin.
Berxwedêr Viyan Amara
Viyan Amara di warê xebata ziman de gelek ked da û di sala 2013'an de derbasî Kobanê bû. Li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Bandora Şoreşa Rojava ya li ser Şengalê
Piştî êrîşên li ser Şengalê bi hezaran Êzidî koçber bûn. Li Dêrika Herêma Cizîrê kamp ji bo Êzidiyan hat avakirin û li wir dibistan hat vekirin.
Di qada perwerdeyê de pirzimanî
Piştî Şoreşa Rojava li Rojava bi zimanê Kurdî, Erebî, Suryanî perwerde tê dayin.
Xebatên aboriyê
Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo aborî pêş bikeve gelek xebat hat meşandin. Di nava civakê de jin jî bûn xwedî rolekê. Jin êdî bi awayekî hêsan dikarin bixebitin û debara xwe bikin.
Li Rojava Çapemeniya Azad
Ji bo çapemeniyek azad platformên ziman û gel hatin avakirin. Televizyon û radyoyên nû hatin avakirin.
Di qada çand û hunerê de wekhevî û pêşketinên girîng
Di serdema Rejîma BAAS'ê gotina stranên Kurdî jî qedexe bûn. Piştî şoreşê gelek dibistan û qadên çand û hunerê hat avakirin. Qursên amûrên muzîkê hemû hat dayin.
Avakirina hêzên QSD'ê
Li gelek bajarên Ereban ên wekî Tebqa, Reqqa û Minbicê DAÎŞ bi hêz bûbûn û êrîşî bajarên Kurdan dikirin. Li hemberî çeteyan bi pêşengiya YPG/YPJ'ê hêzên QSD'ê hatin avakirin. Minbic û Reqqa hatin rizgarikirin û di warê têkoşîna li dîjî çeteyên DAÎŞ'ê gelê Kurd li cîhanê deng vedan.