Keyaya jin: Divê em ji zarokên xwe re jiyaneke xweş pêşkêş bikin

  • 10:15 17 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Keyaya etaba 4'emîn a Atakoya Bakirkoyê Fehamet Berk, diyar kir ku divê revandin û îstîsmarkirina zarokan bi her awayî bê destgirtin û ev tişt got: "Ez bang li hemû jinan û aliyan dikim ku ji bo jiyandinê seferber bibin, polîtîkayên rast pêş bixin û banga xwedîderketina li zarokan dikim."
 
Keyaya etaba 4'emîn a Atakoya Bakirkoyê Fehamet Berk wendabûna zarokan û piştre dîtina cenazeyê wan wekî şerma dewletê bi nav kir û got ku ji bo ev lekeya reş bê paqijkirin û zarok di bin ewlehiyê de bijîn peywir dikeve ser milê me hemûyan. 
 
'Zimanê medyayê sedema tiştê em dijîn e'
 
Fehamet bal kişnad ser bandora nûçeyên ku medya servîs dike, axftinên ji kursiya meclisê û anî ziman ku divê gotinên derbarê zarok û jinan de bên bijartin. Fehammet  di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Gotina 'zaroka 6 salî dikare bizewice' divê wekî azadiya ramanê neyê bi navkirin, bi riya medyayê axaftina  'dayika te jî be kapaxa çogê tahrîk dike' servîskirin reşa ku tê jiyîn normalîze dike û di be sedema rewşa ku em îro tê de dijîn e."
 
Fehmet bal kişand ser cidiyeta mijarê û  got ku divê kontrol hebe û kesên ku ne pedegot û pisporên pêşketina zarokan bibin derbarê mijarê de nêrînê xwe bi riya medyayê neynin ziman.
 
'Ceza ne rêbaza rast e'
 
Fehamet di berdewamiya axaftina xwe de got ku di mijara îstîsmara zayendî de zêdekirina cezayê rê li ber tiştê tê kirin nagir û rêbaza van cezayan ne rast e. Divê ku ji bo jin û zarokan ewlehiyeke berfireh bê girtin û wezareta jin û zarokan bê avakirin. Herwiha Fehameta got ku ji bo cîhaneke bi ewle divê ev qanûnên heyî ji holê bên rakirin.
 
'Divê mijar bi her awayî bê destgirtin'
 
Fehamet anî ziman ew wekî jinên keya dixwazin ku mijar bi her hawayî bê destgirtin û xebateke berfireh bê kirin. Fehamet di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em naxwazin ne zarokên li gel malbata xwe û ne jî yên di bin ewlehiya dewletê de zararê bibîn.  Divê ku ji dijî vê hovîtiya li ser jin û zarokan qadeke têkoşînê bê avakirin. Piştî ku pêvajo bê guhertin ew ê hin tiştan jî bi xwe re biguhere. Em wekî keya ku em kesên hatine bijartin in tişta di warê parastina jin û zarokan de bi keve ser milên me em ê bi cih bînin û em bang li her kesî jî dikin ku li dijî îstîsmara zarok û jinan bê deng nemînin."