Li dîjî îstîsmara zayendî ya sîtematîk çîrokeke hêviyê
- 09:05 17 Tîrmeh 2018
- Rojane
Safiye Alagaş
AMED - Li Amedê G.O. ya ku di 14 saliya xwe de bi îstîsmara zayendî re rûbirû hat hiştin bi mêrê bersuc re hat zewicandin û bi salan hat îşkercekirin. G.O. piştî ku bû 19 salî xwe jî A.Y. berda û ji ber sûcê îstîsmara zayendî derbarê wî de serlêdana sûc kir. G.O. niha jî bo ku zarokên xwe bistînê têkoşînê didde.
Li Tirkiyeyê her salê li dora 7 hezar zarok bi îstîsmara zayendî re rûbirû dimînin. Zarokên ku bi îstîsmarê re rûbirû dimînin bi mêrê bersûc re tên zewicandin û ser sûcê tê kirin tê girtin. Zarokên ku bi kesên li dijî wan îstîsmara zayendî dikin tên zewicandin, mecbûr dimînin ku bi bersûc re bijîn. Piştî ku ev zarok têdigihîjin tişta tê kirin sûc e têkoşîneke bêhempa didin. Ev jinên ku ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bikin li ber xwe didin û li ser piyên xwe dimînin ku her yek ji wan mînaka berxwedanê ye, ji bo jinên din ên ku ji mecbûrî bi bersûc re dijîn dibin hêvî.
Di bin navê zewacê de îstîsmara zayendî
G.O.ya ku li Amedê dijî bi têkoşîna ku dide yek ji jinên ku ji jinên din re dibe hêvî. G.O. di biçûkaniya xwe de ji ber ku bavê wê dimire bê bav dimîne û bi bapîra xwe re dijî. Li gel ku G.O. Dixwaze bixwîne jî tenê derfetê dibîne ku dibistana seretayî biqedîne. G.O. dema ku 14 saliye di wê demê de bi îstîsmara zayendî ya mêrê 41 salî A.Y. re rûbirû dimîne. G.O. piştre di bin navê zewacê de bi mêrê ku li dijî wê îstîsmara zayendî kiriye re tê zewicandin. Piştî ku G.O. dizewice bi slan bi îstîsmara zayendî ya sîtematîk û îşkenceyê re di bin navê zewacê de rûbirû dimîne.
Di 18 slaliya xwe de hat zewicandin û di 19 saliya xwe de gilî kir
G.O. ya ku dibêje ew dema 18 salî bûye hatiye zewicandin û di 19 saliya xwe de jî doza berdanê vekiriye diyar dike ku wê li dadgehê diyarkiriye bi îstîsmara zaeyndî re rûbirû hatiye hiştin û piştre jî bi kesê ew îstîsmar kiriye re hatiye zewicandin.
Dadgeh sûcê îstîsmara zayendî ji nedîtî ve hat!
G.O. dibêje li gel ku wê hemû tiştên hatine serê wê ji heyeta dadgehê re vegotine jî dadgehê ew guhdar nekiriye û îstîsmara zayendî ku lê hatiye kirin ji nedîtî ve hatiye. Herwiha G.O. li aliyekî jî ji bo ku zarokên xwe ji êrîşkar bigirie doza vekiriye. Dozger doza velayetê vedike û ji bo A.Y. yê êrîşkar ku ji îstîsmara zayendî ya kiriye divê bê darizandin jî biryara ji derve de darizandinê dide. Daneşîna yekem a doza ku hatiye vekirin wê di tebaxê de bê dîtin û wê doza velayetê jî di Tîrmehê de bê dîtin.
Xwişa wê jî bi zaroktî hatiye zewicandin
G.O. dema tişta hatiye serê wê vedibêje travmaya ku jiyaye ji nû de dijî û wiha dibêje: Em nedan xwedinkirin û gotin zarokên keç divê nexwînin. Xwişka min zewicandî bû. Lê ew jî bi zarokatî hatibû zewicandin. Tiyê xwişka min hebû. navê wî A.Y. bû her bi me re dikeniya. Bapîra min kal û jê wêdetir jî kesekî me tune bû. Ez 14 salî bûm. A.Y. wê demê bi 20 salî ji min mezintir bû. Her ji min re, 'digot tu yê bi min re bizewicî û ez te nadim kesekî din'. Ji min re hin tişt dikirîn ji bo ku min pê bixapîne. Ez hem ditirsiyam û hem jî ji ber ku tê nedigihîştîm ditirsiyam ku ji kesekî re vebêjim."
'Dema hatim zewicandin min nizanibû zewac çi ye'
G.O got ku dema rojekê li malê bi tenê bûye ji aliyê A.Y. ve bi xwişka xwe hatiye tehdîtkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez bi xwişka min tehdît kirim. Ji ber ku min ji xwişka xwe hez dikir min tiştek negot û ez bi îstîsmara zayenîd re rûbirû hiştim. Min nedixwest bizewicim. Ez hêj zarok bûm û min nikaribû ji kesekî re derdê xwe bigota. Di ser re hin dem derbas bû. Bi malbata xwe re hat min bixwaze. Min nikaribû ji bapîra xwe re tişta jiyam vegota. Lê min nedixwest ku bizewicim. Beriya dawetê jî bi caran tecawizî min kir. Pişter jî hatim zewicandin. Min nizanibû zewac çi ye."
'Ma te law welidnadiye?'
G.O. anî ziman ku ew birine gundê A.Y. piştî hatiye zewicandin û bi malabta wî re jiyaye. G.O. di berdewamiyê de ev tişt got: "Her ku nêzî min dibû tundî bi kar dianî. Digot tu koleya malabta min î û ez didam xebitandin. Piştre ducanî mam. Dema ku min zarok welidand jî nehat. Dema welidînê jî xwişka min min bir nexweşxanê. Ez û xwişka min jî em zarok bûn. Li gel ku tundî li me dihat kirin jî cihekî ku em pêde biçin tune bû. Keçeke min çêbû lê nehiştin ku ez di nav nivînan de jî bimînim. Ji ber ku zarok keç bû heqret li min kirin û gotin 'ma te law aniye? Di heman rojê de min dan xebitandin."
Berî bi salekê zarokên wê jê girtin
G.O. anî ziman ku piştî bi salekê keça wê ya duyemîn jî çêbûye û wê zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kirine. G.O. wiha dirêjî da axaftina xwe: " Dema ku ez li mala mamê xwe bûm hat û li min da. Ji ber ku ez hatibûm 18 saliya ku mahra min a fermî hebû. Piştre em li navenda Amedê bi cih bûn. Piştî ku bûm 19 salî bin doza berdanê vekir. Min bi tena xwe li zarokên xwe nêrt û xwedî kirin. Ji bo ku nefaka nede min berî bi salekê zarokên min ji min girtin."
'Zarokên min jî bi tundiyê re rûbirû dimînin'
G.O dibêje ji bo ku ew karibe zarokên xwe xwedî bike di gelek karan de xebitiye û ev tişt got: "Dêmariya zarokên min tundiyê li wna dike. Li gel ku mafê min heye jî ez tenê bi riya îcrayê dikarim zarokên xwe bibînim û li wan jî tundiyê dikin. Dema ku min zarokên xwe şûştin min dît ku tundî li wan hatiye kirin. Min ew birin şaxa zarokan û li gel pedegot îfadeya wan girtin. Rapora derbkirinê jî dan. Ez naxwazim ku zarokên min jî çarenûsa min bijîn û dixwazim bidin min. Ez bi hesreta dîtina wan im."
Ji bo rêxistinên jinan bang
G.O. ji bo ku zarokên xwe bistîne têkoşînê dide û ji aktîvîstên jin ku rêxistinên jinan jî alîkariye dixwaze. G.O wiha dawî li axafitna xwe anî: " Bila jin nehêlin ku mafên wan bê binpêkirin û li ber xwe bidin."