Akademiya Meclisa Jinên Sûriyeyê dewereya perwerdê bi dawî kir
- 16:26 16 Tîrmeh 2018
- Rojane
REQA - Akademiya Meclisa Jinên Sûriyeyê bi dirûşma "Jin bingeha avakirina civakê ne" dewreya perwerdeyê ya 4`emîn bi merasîmekê bi dawî kir.
Akademiya Meclisa Jinên Sûriyê bi dirûşma "Jin bingeha avakirina civakê ne" dewreya perwerdeyê ya 4`emîn li gundê Tişrînê yê Reqayê bi tevlêbûna 25 endamên saziyên sivîl, leşkerî, endamên Meclisa Herêma Cizîrê û Reqayê bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê 25 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên bîrdozî li ser dîroka jinan, girîngiya perwerdeyê û dîroka neteweya demokratîk hatin dayîn.
Endamên Komîteya Jinên Sûriyeyê ya Reqayê, ciwanên Reqa û endamên Saziya Malbatên Şehîdan beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.
Yek ji rêveberên akademiyê Wefa El-Xelef di merasîmê de axivî û got ku jinên tev li dewreyê bûne gelek sûd ji perwerdeyê wergirtine û ev yek jî hêza wan li hemberî desthilatdaran xurt dike.
Paşê ji rêveberên Komîteya Jinên Reqa û gundewarên wê Zelîxa Ebdê bidawîkirina dewreyê li hemû jinan pîroz kir û got ku armanca wan ku asta zanebûna jinê bilind bibe û jin xwe ji zilm û zora ku berê li ser wê dihat meşandin rizgar bike.
Zelîxa di berdewama axaftina xwe de got ku jina perwerde kirî asta wê ya zanebûnê û rêxistinkirinê zêdetir e û jin bi rêya perwerdeyan dikare asta zanebûna xwe bilind bike.
Di dewereya ku 25 rojan berdewam kir de dersên îdeolojîk hatin dayîn.