Li Kantona Şehbayê 28 cangoriyên azadiyê hatin îlan kirin
- 15:50 15 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞEHBA - Bi minasebeta 14'ê Tirmehê roja berxwedana Rojiya mirinê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Kampa serdemê 28 cangoriyên azadiyê îlan kirin.
Îro li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê Meclîsa Malbatên Şehîdan bi minasebeta 14'ê Tîrmenê roja berxwedana li Zindana Amedê 28 cagoriyên azadiyê ku di berxwedana serdemê de li Efrînê jiyana xwe ji dest dabûn îlan kir. ji 28 Şehîdan 7 yên YPJ'ê, yek Hêza Cewherî Jin, 19 YPG ê û yek jî ji Hêza Cewherî ye.
Di merasîmê de bi sed hezaran şêniyên Herêma Efrînê û Kantona Şehbayê, hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan,Kongira Star,Tevgera Civaka Demokratîk, Pêkhateyên Ereb amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin ya ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Sureye Hebeş û Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Fedrasyûna Bakûrê Sûriyê Hediye Yusif axivîn.
Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin," "Bê Serok Jiyan Nabe," "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.