Li Meclisa Şehîdan bîranîna 14'ê Tîrmehê

  • 11:26 15 Tîrmeh 2018
  • Rojane
GIRIKÊLEGÊ - li Girkêlegê berxwedêrên 14 Tîrmihê ji aliyê  Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin bi bîranîn.
 
Li navçeya Girkêlegê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê berxwedêrên 14 Tîrmehê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çiçek, Akîf Yilmaz yên ku di zindana Amedê de ji bo rûmeta gelê dest bi rojiya mirinê kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan hatin bi bîranîn, Di bîranînê de bi sedan niştecihên navçeyê yên kurd ,ereb û bajarokên wê amade bûn.   
 
Di bîranîna ku hat lidarxistin de piştî deqeyek rêzgirtinê axvtin hat kirin.  Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatkirin û ev tişt hat gotin; "Despêkê em şehîdên 14'ê  Tîrmehê  bi bîr tînin û bejna xwe li himber wan di tewînin ,Şehîdên 14'ê tîrmihê xwe kirin pirek  ji agir ji bo azadiya gelan û rûmeta azad.  Ji bo hemû mirovahiyê canê xwe feda kirin ji bo wê  heta niha jî ev berxwedan berdwam dike.  Şoreşa rojavayê Kurdistanê bingiha xwe ji qehremantiya van hevalan û kesên mîna wan digire.  Em ê tim li ser rêç û şopa wan bin, heta ku em bigihîjin Kurdistaneke azad."
 
Piştî axaftinan sînevîzonek li ser berxwedan û jiyana lehengên 14'ê Tîrmehê hat nîşandan û bîranîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.