Ji rojnamegerên girtî Havva û Îsmînazê bang kirin

  • 09:59 15 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Nûçegîhana ETHA’yê Havva Cuştan û edîtora wê Îsmînaz Temel ji bo runiştina xwe ya sibê bang kirin û gotin: “Me bi dehan carî dît ku bi piştevaniyê dengê me zêdetir derdikeve. Divê em niha pirtir bên cem hev û dengê xwe bilindtir bikin.”
 
Li Stenbolê di 19’ê cotmeha 2017’an de li hemberî xebatkarên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF), Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) û nûçegîhanên ETHA’yê operasyon pêk hat û gelek rojnameger û parêzer hatin girtin.  Di 16’ê Tîrmehê de wê derkevin pêşberî dadger.  Runiştina doza edîtora ETHA’yê Îsmînaz Temel û nûçegîhan Havva Cuştan, parêzera EHB’ê Sezîn Uçar û Ozlem Gumuştaş wê  li 27’emîn Dadgeha Cezaya Giran  bê dîtin.
 
Havva û Îsmînaz yên ku ev 9 mehin di girtîgehê de ne di nameya ku şandin de bang li hemû hevpîşeyên xwe kirin ku xwedî li doza wan derkevin.
 
‘Em li girtîgehê jî bûn dengê jinan’
 
Havvayê wiha got: “Jinên li dijî şîdeta mêr serî netewandine li vir hene. Ji ber me dengê jinan da bihistin em jinên rojnameger jî li virin. Heta ji destê me bê em ê bibin dengê jinan. Min doza Namme Ozturk ya mafê parastina cewherî bi kar aniye jî kir rojevê. Me roportajên bi xwendekarên zanîngeha Bogazîçî yên girtî re kiribû jî şand ji ajansa xwe re. Lê ev roportaj neghiştine ajansê. Ev nûçe ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine astengkirin.”
 
‘Mafê girtina nûçeyan tê darizandin’
 
Havvayê di berdewamiya nûçeya xwe de ev tişt daxuyand: “Di pêvajoyek azadiya çapemeniyê têk çûye de, di demek ku 180 rojnameger tên darizandin de, xwedîderketina min ya li çapemeniya azad jî tê darizandin. Di teqîna Pirsûsê de ez jî birîndar bûm û tevî ev dizanibûn jî tevlîbûna min ya wek rojnamegerekê sûc hat hesibandin.  Ne tenê rojnamegeriya me wijdana me jî tê darizandin. emê di dadgehê de bêjin ku em li dijî DAIŞ’ê ne. Emê bêjin ku emê bibin dengê bindestan. Pirsgirêk ne tenê girtina rojnamegerane, pisgirêk di heman demê de darizandina mafê girtina nûçeyane jî.”
 
‘Hemû girtîgeh veguherîn navendên nûçeyan’
 
Edîtora ETHA’yê Îsmînaz Temel jî got hemû girtîgeh veguherîne navenda nûçeyan û ji xwendekaran bigire heta rojnamegeran ji hemşîreyan bigire heta parêzeran ji her pîşeyê  li girtîgeha Bakirkoyê heye.  Îsmînazê her wiha destnîşan kir ku îdianameya der barê wan de jî der barê azadiya fikr û ramanê de hatiye amadekirin û got ya hedef hatiye girtin rojnamegeriya muxalîfe. 
 
‘Ez ne sûcdar im, em ne sûcdar in’
 
Îsmînazê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Girtina me êrîşa li dijî pîşeya me ye. Ez ê di parastina xwe de li ser pîşeya xwe bisekinim. Ez ne sûcdar im, em ne sûcdar in. Ji bo ez vê nîşan bidim ez ê parastina xwe bikim. Ya ku dixwazin di vê dozê de bidarizînin îfadeya fikr û ramanê ye. Dixwazin çapemeniya azad jî bidarizînin.Divê di serî de rêxisitinên pîşeyî û hemû kes xwedî li vê dozê derkevin. Me dît ku bi piştevaniyê dengê me xurtir derdikeve. Divê her kes bê cem hev û dengê xwe bilindtir derxîne. Em her kesî dipên runiştinê. Piştî 9 mehan şûnde ez yekem car dertêm pêşberî dadger, em bi kelecanin.”