Li taxa ku ceceryana wê hatiye birîn xeterîya nexweşiyê

  • 09:53 15 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ŞIRNEX- Li Sîlopiyê ji aliyê DEDAŞ’ê ve ceyran hat birîn û gel ev hefteyeke bê ceyran e. Li navçeyê pileya germahiyê gihişt 45 dereceyî û xeteriya nexweşîyê derket holê.
 
DEDAŞ’ê hefteyek berê li taxa Yenîşehîr a Sîlopiya Şirnexê bi îdiaya ‘ceyrana dijqanûnî  hatiye bikaranîn’ ceyrana 20 malbatên bertek nîşan avakirina Panoyên Otomasyona Sayacê  (ASOP) daye birî.  Welatiyên ku li taxê têlên ceyrana wan hatine birîn, ev hefteyeke bê ceryan hatine hiştin. 
 
Ev 10 rojin bê ceyranin
 
Jina bi navê Halîme Kander destnîşan kir ku ev 10 roje ceryan lî taxa  wan tune û wiha pê de çû: “Em gelek mexdur dibin. Bi rojane em nikarin tiştekî bikin. Em sibehê radibin,  em karê xwe dikin û diçin baxçeyên cîranan û heta êvarê rudinin. Êvarê jî çi xwarin hebe em dixwin û derdikevin banê xênî radizên.”
 
‘Bi rojane em mexdur in’
 
Halîmeyê di berdewamiyê de da zanîn ku bila êdî çareyekê bibînin û got zarokên wan di vê germê de seranserê rojê li devre ne û divê demildest çareserî bê dîtin.
 
Jina bi navê Tulay Bahar jî bertek nîşan da û diyar kir ku ji ber ceryan tune zarokên li derve dimînin ji ber hewaya germ nexweş dikevin û got ew nikarin tu tiştekî bikin û mexdur bûne. Tulayê her wiha destnîşan kir ku her roj çalakiyan dikin û di çalakiyan de jinek ji aliyê polîsan ve rastî şîdetê hatiye. Tulayê di dawiya axaftinê de bi lêv kir ku çawa têlên ceryanê jî ser  wan qût kirine wê wisa jî girêbidin.
Zarokên temenê wan di navbera 10 û 16’an de diguhere jî gotin ev 9 rojin beyî ava cemidîne û êdî bêzar bûne.