'Cesaretê bidin zarokan, tu jî bêdeng nemîne'
- 09:20 14 Tîrmeh 2018
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Enqereyê bi armanca pêşî li îstîsmara zarokan bigire û zarokan pêş bixîne atolyeyên ‘Cesaretê bidin zarokan, tu jî bêdeng nemîne’ dide destpêkirin. Endama Komîsyonê Sevînç Koçak diyar kir ku di çarçoveya atolyeyê de wê zarokan perwerde bikin û derbarê ku malbat tedbîrên çawa bigirin de wê xebatan bimeşînin.
Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Enqereyê bi armanca pêşî li îstîsmara zarokan bigirin û zarokan pêş bixînin bi dirûşmeya ‘cesaretê bidin zarokan, tu jî bêdeng nemîne’ li Enqereyê xebatên atolyeyê wê bide destpêkirin.
Endama Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Enqereyê Sevînç Koçak derbarê atoleyeyê de agahî da. Sevînçê diyar kir ku esasa êrîşên zayendî polîtîk e û got êrîşkar cesaret û hêzê ji polîtîkayên dewletê digire. Sevînçê ev tişt anî ziman: “Em li polîtîkayên 10 sal berê binêrin. Li şûna ku zarok bên parastin berovajî vê zirarê didin zarokan. Xesandin û darvekirin tê nîqaşkirin. Heta tiştên ku vê hildiberînin ji holê ranebin wê pisgirêk neqede. Divê pergala ku dibe sedema sûcan bê tunekirin.”
‘Çanda şîdetê tê belavkirin’
Sevînçê daxuyakirin ku li ser darvekirinê dixwazin çanda şîdetê bê belavkirin û muxalefeta li dijî vê dertê jî tê çewisandin. Sevînçê destnîşan kir ku kujer jî ji vê cesaretê digirin û ji qanûnên ku sûcdaran dipêzin jî cesaret tê girtin.