ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2018'AN

  • 09:00 14 Tîrmeh 2018
  • Rojev
*Jinên bedewî (Jinên ereb ên koçer)  derbarê jiyana xwe de nerînên xwe anîn ziman. Van jinan diyar kirin ku jinên bedewî jinên herî karker û afrîner in, ji ber ku bi xwezayê re dibin yek. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Kurd Esma Mûrad a ku bi salane di nav tevgera têkoşîna azadiya Kurd de berxwe dide û bi salan rastî îşkenceya Rêjîma Baasê hatiye diyar kir ku her dem wê bi alternatîfên cuda têkoşîna xwe domandiye û serî netewandiye. 
 
*Endama Buroya Jinê ya Bajarê Qamişloya Rojava Raniya Bîco derbarê kar û xebatên Şaredariya Qamişloyê de axivî û got:"Hemû xizmet bi ked û destên jinê tê kirin û armanc pêşketina xizmetên civakî ye."
 
*Ev kes her çiqas ji axa xwe ya pîroz hatibin dûrxistin jî lê wan çeng bi çeng bi evîneke mizin axa xwe anîne vir. Van kesan bêyî kû bikin ax û wax bêyî ku dema xwe vala derbas bikin, li dewsa hesreta xwe ya fîzîkî li ser vê axê ji bo xwe jiyanek ava kirine. Çolistana kû mirov ji ber germahiyê tê de nikare bijî ku bi destê mirovên zalim hatiye xirakirin, îro bi bax û baxçeyan hatiye  xemilandin û  ji nû ve hatiye zindîkirin. Li hemberî hişmendiya ku dibêje 'Ev nikarin li vir bijîn, wê di germahiya vê çolê de bimirin biçin' hem jiyanek nû avakirine û hem jî li navdeşta çola zer jiyaneke kesk ava kirine.
 
*Pirtûka bi navê ‘Ma çi bûye em keniyane’ ya Burcu Karataş nivîsiye û nivîskar Evrîm Alataş vedibejê gihaşt ber destên xwendevanan. Burcu diyar dike ku ji bo nifşê ciwan zêdetir Evrîmê bixwîne û bizanibe  Evrîm nivîsiye û got di nav de heveşaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî heye cih dide şahidiya gelek kesî. DÎMEN HEYE
 
*Feyruz Pulat a ducanî piştî êşa wê dest pê dike radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ji ber doktorê welîdînê ya jinan tuneye bi pitika xwe ya 8 mehî re jiyana xwe ji dest da. 
 
*Endama PM’a DBP'ê  Sevîm Adsoy diyar kir ku dê fêdeya pergala Xweseriya Demokratîk li zarok, jin û civakê bê û wiha got: “Tirkiye niha zêdetir ber bi taritiyê ve çûye. Pergala serokatiyê xîtabê tu civakî heta xîtabê aliyê AKP’ê jî nekiriye.” DÎMEN HEYE
 
*Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Enqereyê bi armanca pêşî li îstîsmara zarokan bigire û zarokan pêş bixîne atolyeyên ‘Cesaretê bidin zarokan, tu jî bêdeng nemîne’ dide destpêkirin. Endama Komîsyonê Sevînç Koçak  diyar kir ku di çarçoveya atolyeyê de wê zarokan perwerde bikin û derbarê ku malbat tedbîrên çawa bigirin de wê xebatan bimeşînin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Êzidî yên Şengalê derbarê rewşa Efrînê ya herî dawî de anîn ziman ku niha li wir zilm û zordestî didome û gotin:"Me hêviya xwe winda nekiriye. Efrîn ji dagirkeran re namîne."
 
*Jinên Mexmûrê giyana ji pola ya 14'ê Tîrmehê û helwesta Sakîne Cansiz a fedayî nirxandin û gotin: "Sakîne Cansiz fermandara jiyanê bû. Em gelek bextewar in ku me jinek wiha dît û nas kir."
 
*Rûken Ebdulxenî Oso (Rûken Mêrxas)  di tevgera têkoşîna azadiya Kurd de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê berxwedanek bê hempa da û bû sedem ku bi hezaran jin ji zilma çeteyan rizgar bibe. Rûken Ebdulxenî Oso di 13'ê Tîrmeha 2016'an di hemleya azadiya Minbicê de gihaşt şahadetê. DÎMEN HEYE