Dewreya Perwerdeyê ya Ş.Zîlan bi dawî bû

  • 10:14 13 Tîrmeh 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Dewreya Perwerdeya Şehîd Zîlan a ku ji aliyê Akademiya Şehîd Bêrîtan Cûdî hatibû destpêkirin bi dawî bû. 
 
Dewreya Perwerdeya Şehîd Zîlan a ku ji aliyê Akademiya Şehîd Bêrîtan Cûdî hatibû destpêkirin bi dawî bû. Perwerdeyê bi beşdarbûna 27 jinan 15 rojan dewam kir. Di perwerdeyê de mijarên wekî Dîroka Jinê, Neteweya Demokratîk, Dîroka Rojava û Bakurê Sûriyeyê hat dîtin. 
 
Derbarê perwerdeyê de Rêveberiya Kongreya Star Emgîhan Cûdî axivî û got:"Ji bo şikandina zincîrên koletiyê û azadiya jinê perwerde û têkoşîn şerd e. Loma ev perwerdeya ji bo jinan gelekî girîng bû."
 
Dewreya perwerdeyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.